27 Aralık 2020 Pazar

çi girse çi pez

Sê-çar roj berê Evdila ji min re pdfa kitêbekê bi rêya whatsapê şand...
Evdila!
Ji salan mehan carekê min got, "Evdila" çima hûn weha veciniqîn!
Ew Evdilayê li ber sîya navê xwe di xew re dihere û di xewna xwe de geh dibe serokê rêxistinekê, geh dibe pêxemberê dînekî...
Erê wî!
Hevalê min Evdila!
Meriv hew diwêre bibêje "Heval Evdila"jî, hin "heval" karin şaş fêhm bikin û bi sloganan berê xwe bidin mala wî û bigirin ser; aha hîn nuh Evdilayê me yê bibe Evdilayê di xewnan de û pê bigire.
Axir, ez dev ji Evdila û wî navê wî yê mîna kirasê ji êgir li xwe kirîye, berdim û vegerim ser meseleya xwe ya esasî.
Wek ez di dilê we de bim, nuha xwe bi xwe hûn ji xwe re dibêjin, "Vî Devlikenî mejîyê xwe xwarîye, çi ye! Têra naveroka çîrokekê peyv li dû peyvê rêz kirine, lê hîn jî li meydanê ne mijarek, ne jî sermijarek heye û ne eyb û ne fedî tew xwe qure dike û dibêje ez vegerim ser meseleya esasî. Hîn li meydanê meseleyek tune ye, te esasî ji ku derxist îja, heyran?"
De îja pişta xwe bidin bahlîfa xwe, nigên xwe radin û guh li min miç û bel bikin.
Lê divê ez haya we ji tiştekî çêbikim. Dema we dest bi xwendina nivîsên min kir, ne bi xwe bilîzin, ne bi hev bilîzin, tenê li xwendinê germ û konsantre bibin.
Erê, Evdilayê heval anku heval Evdila ji min re bi rêya whatsapê pdfa kitêba Gustave Le Bon "Psîkolojîya Girseyan" şand û got, "Seyda, bixwîne, belkî rojekê tu jî ji xwe re kerîyekî pez bikirî û bibî şivan."
Eûzûbillahîmîneşeytanirecîmbismilahirehmanirehîm!
"Ji bo meriv ji girseyan fêhm bike, divê meriv hestên wan nas bike û wisa tevbigere ku ew girse meriv wek şirîkê hestên xwe bibînin anku meriv ji xwe bibînin-bihesibînin."
Îroj, dema meriv bala xwe dide dîn û îdeolojîyan (Jixwe her du jî îdeolojî ne) ew girseyên bi şewba pezî ketine û bi haweyekî sîyasî-politîk li pey şêx û serokan dimeşin, ev girse bi xwe ne. Û şêx û serok berî bi şerbeta mirîdîtîyê wan gêj û sersem bikin, ewil bi haweyekî psîkolojîk-sosyolojîk lêkolîn û lêpirsînan çêdikin, hest û hîsên wan, gilî û gazinên wan, xeyal û daxwazên wan baş nas dikin, dû re bi wê şerbetê wan gêj û sersem dikin.
"Yên seroktîya girseyan dikin, nikarin bibin rewşenbîr û sekn û helwesteke rewşenbîrî bi wan re tune ye, lewra piştî demekê rewşenbîr ji taqet û tevger dikevin, di nav konforê de mexel tên, lê ev têrnexwarên çavbirçî, nikarin bêtevger bisekinin, her tim di nav aksîyonê-tevlihevîyekê de ne, enerjîya wan zêde ye."
Rast e, rewşenbîr piştî demekê bi baweşînka lîberalîzmê di xew re diherin û xewnên eksantirîk dibînin.
Heger wek rewşenbîran tevbigerin, ew ê nikaribin şivantîyê ji pez re bikin. Pez bi hestên demokratîk û lîberal nayên birêvebirin. 
Û herweha divê pez jî îradeya xwe radestî şivên bikin; him ji şivên bitirsin-serê li ber bitewînin, him jî jê hez bikin, bi wî ve bên girêdan.
Ê ji bo têkilîyeke weha jî, divê serok-şivan piçekî zalim û dîktator be.
"Bêtir kî xwe li seroktîyê radikişînin?  
Kesên nexweşîya nevrozê bi wan re heye, kesên ji roja ji dawa dêya xwe dikevin ve, sergerm û kelecanî ne, kesên li derdora dînîtîyekê diherin û tên ku meriv kare ji wan re bibêje nîvdîn in."
Weleh dema ez bala xwe didim serok merokên îroj, gotina vî ciwamêrî ne dûrî aqilan e.
Nexweş in?
Erê.
Sergerm û bi kelecan in?
Erê.
Nîvdîn in?
Erê, lê xwezî bi tevayî dîn bûna; qe nebe dîn çi dikin, ji dil dikin û dilsoz in.
"Fikr û ramanên wan çi qasî beradayî bin jî, armanca wan çi qasî pûç xuya bike jî, zû bi zû kes nikare wan û fikr û ramanên wan rexne bike; heger bike jî, xwedîyên wan rexneyan bi tundî afaroz dibin."
Ciwamêr sed sal berê qala rewşa me ya îroj kirîye.
Serok, bi haweyekî nevrozî û bi wê enerjî û kelecana xwe ya zêde, heta bi sîya xwe re dikevin nav nakokîyan. Û ji bavê kê zêde ye ji wan re bibêje "pozika sola te xwar e!"
Yan tu ji me yî, yan tu xayîn î!
"Di nav herikîna zemên de serokên qewman hîç kêm nebûne, her hebûne, lê bi qasî bibin hewarî tesîra wan li zemên nebûye û di herikîna zemên de zêde bala dîrokê nekişandine. Wek xetibekî jêhatî her tim ji bo berjewendîyên xwe yên biçûk ên şexsî tevgerîyane û bi ajoyên nizm ên însên lîstine û hewl dane wan bixapînin. 
Tesîra serokên weha demkî ye, wek barana nîsanê ye; ha te dî barîya, ha te dît sekinî jî, zû derbas dibe."
Mîratê qey şens û siûda me ye. Ez ditirsim tesîra yên me, piştî mirinê li hêla din jî berdewam bike.
Wer xuya ye, ya me ne barana nîsanê ye, barana mûsonî ye.
"Panjahra girseyan dubarekirin e. Di nav girseyê de tiştek çi qasî bê dubarekirin, ew qasî bi tesîr e, bi demê re dibe slogan û ew slogan hêdî hêdî di bin hişê însên de rûdine; piştî demekê ew tiştê dubare bûye ji alî kê ve hatîye gotin, ne girîng e, girse dide pey wî tiştî û bêyî ku lê bipirse-mahkeme bike, bawerîya xwe bi wî tiştî tîne."
Temam, ev pasaj, nexweşîya me ya esasî destnîşan dike.
Derewên fantestîk di nav civaka me de wek brûskê tesîr dike û bi giregira tavan li her derê olan dide.
Hindik maye rebenê Beşikçî bikin zilamê Gladyoyê; piştî çend dubareyan...
"Bi kin û kurmancî hiş e yê rêbertîyê ji dinyayê re dike, lê dema fikrên ji wî hişî dizê tesîrê li dinyayê dike, êdî feylesofên xwedîyên wan fikran ji mêj de mirî ne."
Ev jî rastîyeke tahl e. 
Mixabin, tu feylesof di dema xwe de nehatîye fêhmkirin û hin ji wan hîn jî nehatine fêhmkirin...
Ez ê bi xwe jî serî deynim û kurd ê ji min fêhm nekin.
Yê nizanibe, wê bibêje qey bira jî xema min e(🤪)
Jan bi serê kurdan keve! Ma ne ew jî yek ji van girseyan e; nêvî ji wan li pey dînan, nêvî ji wan jî li pey îdeolojîyan pengizîne...

Gotina Dawî:
Pîrê nemire bihar hat, kero nemire qîvar hat!