15 Aralık 2020 Salı

heyfa nirxên kurdî

Dewleteke te tune be, bi her haweyî tu sêwî yî.

Hemû nirxên meriv diqurmiçin, wenda dibin.

Stand upa îroj amerîkî, ewrûpî û tirk mirk xwe pê qure dikin û pesnê xwe didin, berî bi navekî ekzantirîk biqulipe û bibe stand up, jixwe di kultura kurdî de hebû.

Her gundek xwedan mîzahjenek-çîrokbêjek bû.

Di odeyên gundan de civat digerandin û civat ji ken gêj dikirin.

Lê ji ber ku dewleteke wan belengazan tune bû, bi dejenerekirina kultura kurdî re, ev nirxên me jî mirin, ji kîsê me çûn, mixabin.

Heger wek alemê dewleteke me jî hebûya, her yek ji wan çîrokbêjan îro roj George Carlinek, Bill Cosbyek, Edie Murphyek, Lewent Kircayek, Nejat Uygurek bû, 

lê heyf!

Mirin û zimanê xwe û ew zir kultura li wî zimanî barkirî jî bi xwe birin.


Rojekê yek dimire. 

Gundî diherin wî vedişêrin, lê dema mirî di tirbê de bi cî dikin û dest bi avêtina axê dikin, yek ji wan cûzdanê xwe ji xwe dixe û cûzdan jî bi mirî re di bin axê de dimîne.

Piştî gundî li malên xwe vedigerin, birakê me yê cûzdanê xwe li wir ji bîr kirîye, pê dihise cûzdan ji xwe xistîye.

Difikire, dida bala xwe û zingînî ji serî tê. Xwe bi xwe dibêje hebe nebe min cûzdanê xwe li ser tirbê ji xwe xistîye û radibe ser xwe, berê xwe dide ser tirbê.

Li dora tirbê digere nagere, nabîne. 

Di dilê xwe de dibêje bi Xwedê hebe tune be di bin axê de maye û ji bo tirbê vede dihere ji Mele destûrê dixwaze. 

Mele destûrê didê û tê tirbê dikole, cûzdanê xwe dibîne, tam hewl dide ji hundirê tirbê derkeve, mirî bala wî dikişîne, ji dêvla berê mirî bi qubleyê ve be, pişta mirî bi qubleyê ve ye. 

Dilezîne, ji nû ve tirbê dadigire, didewisîne û berê xwe dida civatê. 

Mele jî rûniştîye.  

Dizîvire ser mele, dibêje, "Seyda, wexta min tirb vekir, min dît mirî xwe qulipandibû hêla dinê; ji dêvla berê wî li quble be, qûna wî li quble dinerî. Gelo ev çi mesele ye?"

Ji civatê çend kes xwe jîr dikin. 

Yek dibêje, qey gunehên wî pir e...

Yek dibêje, ev yek ji nîşane û elametên qîyametê ye...

Yek dibêje, zinê kirîye...

Serî li civatê germ dibe, dixanê bi ser serê xwe dixin.

Hecî Şêxmûs jî rûniştîye, guhên xwe miç kirine li civatê guhdarî dike.

Civat dizîvire ser Hecî Şêxmûs, yek ji wan dipirse, dibêje, "Apê Hecî, gelo tu çi dibêjî"

Hecî Şêxmûs ne kin û ne dirêj dike, kin dibire, dibêje, "Yabo heyran, qey rehmetî qerimî ye, xwe qulipandîye hêla din wey!"


Rojekê dîsa Hecî Şêxmûs û Mele li civatekê rûniştine.

Mele qebeqeba wî ye çi rast çi derew ji ayetên quranê ji civatê re xweş dike.

Mijar jî çavbirçîbûn û têrnexwarîya însên e...

Hecî Şêxmûs ji bo berê qubleyê li ber Mele şaş bike, dibêje, "Hewldana însên a ji bo bibin xwedan mal û milk, dişibe ava şor; meriv çi qas vedixwe, bêtir meriv tî dike û çi qas meriv tî dibe jî meriv her tim dixwaze vexwe. Ew daxwaz mîna qansêreke bêderman e."

Xweşîya Mele dihere, dibêje, "Min dernexist Hecî. Ev ayet a kîjan sûreyê ye?"

Hecî Şêxmûs dibêje, "Frêdrîk Engles gotîye."