7 Aralık 2020 Pazartesi

azana melê û kûzekûza kûçikan

Civat xweş gerîyaye. 

Şemso cixareya xwe ya ji berê de pêçayî ye, di nav her du lêvên xwe yên di bin wî simbêlê ku ji dû û dixana cixareyê zerî bûye de diedilîne û berî rahijê heste û cixareya xwe vêxe, dibêje, "Kuro, her tişt li hêlekê, ev hûn ji min re nabêjin wexta meleyê serê sibehê azan dide, çima kûzînî bi kûçikan dikeve û dikin kûzekûz?"

Kêliyekê deng ji kesî dernakeve. Yek bi yek li çavên hevdu dinêrin.

Silêman dibêje, "Weleh bi qasî ez zanim û di civatan de tiştên ez ji mele û zaneyan hîn bûme, dibêjin wexta mele azan dide, şeytan li hespê xwe siwar tê û li dora kûçik dide çargavan, zîtokan diavêje û terîya xwe ji kûçik re kil dike, loma jî wexta rebenê kûçik çav li wî şeytanê bêhawe dikeve, jê aciz dibe û dike kûzekûz."

Emero di bin çavan re li Silêman dinere, dibêje, "Berde bin te erd e. Îja şeytan li hespê siwar tê. Law ji bo rebê jor tu yê van çîrok û çîrçîrokan li cem zarokan jî nebêjî. Weleh ew ê bi qûna xwe bi te bikenin."

Şemso bêhnekê ji cixareyê dikişîne û di bin wî simbêlê xwe yê ji dû û dixanê zerî bûye, dikene, dibêje, "Weleh kûçik jî dewrimcî ne haa. Serî li ber neheqîyê radikin. Ma di wê kezeba sibehê de çi heqê mele heye bike zîrtezîrt û qarewar û xelkê ji wê xewa şêrîn şîyar bike! Her kes ne mecbûr e nimêj bike. Weleh lo!" 

Wek tu tilîya xwe li her du çavên Silêman xî, Silêman xwe aciz dike, dibêje, "Ê çi kuro, çi? Ka tu bibêjî, çima dike kûzekûz?"

Emero yek bi yek li camêrên hazir dinere û dû re difitile ser Silêman, dibêje, "Tu zanî ew kûçik çima dike kûzekûz, Silêman axa?"

Silêman dibêje, "Naa!"

Emero dibêje, "Bi bihîstina wî dengê melê yê nûranî re, kûçik bi wê kûzekûzê hurmetê didin melê û qedrê wî digirin. Wek ku bixwazin bibêjin 'rehmet li gora mirîyên te be!'"

Xirecir çêdibe û her ji serîyekî dengek bilind dibe...

Remezanê xort, destê xwe diavêje telefona ber xwe û difitile ser xalê xwe Şemso, dibêje, "Xalo, tu bise, ya baş ez ji Mele Birhan bipirsim. Mele Birhan di van mesele û mijaran de jêhatî û zane ye; ilm û îrfanên wî dûr û kûr in."

Şemso dibêje, "De bigere bigere; ka bê ev kûçik çima dikin kûzekûz wexta serê sibehê dengê wan dibihîzin?"

Remezan telefonî Mele Birhan dike. Piştî çend dengan mele Birhan dibêje, "Elo!"

Ji bo civat jî bibihîze Remezan dengê telefonê vedike. Piştî li hal û ehwalên hevdu dipirsin, Remezan dibêje, "Seyda, nuha ez li civatekê rûniştime û em li ser meseleyekê li hev nakin; me qirik li hevdu qetand, lê em bi hev nadin fêhmkirin. Pirsek me heye, heger te bersiva wê bida..."

Mele Birhan dibêje, "Kerem bike, Remo!"

Remezan dibêje, "Keremdar be, Seydayê min. Seyda, serê sibehê wexta hûn mele azan didin, çima kûçik dikin kûzekûz?"

Mele Birhan keserekê ji kûr dikişîne, dibêje, "Ji wî yê heta destê sibehê li ber wî kûçikî nobetê digire bipirse, bila ew bersivê bide, ew çêtir zane!" 

Û hîn peyva Remezan di devê wî de ye, Mele Birhan telefonê bi hêrs digire; dibe tûtetûta telefonê.

Şemso pir aciz dibe, difitile ser xwarzîyê xwe Remezan, dibêje, "Min kîrê meleyê te di qûna te kiro! Ev bû xwediyê ilm û îrfanan?"


Mixabin, di nav me kurdan de, bi salan şêx û meleyan bi çîrok û çîrçîrok û meselokên weha derîmentiqî civak bi cizbeke beradayî xistin û bi saya serê van zirzopan civakê terka mejî û fikirînê kir.

Îro ro jî, şûna şêx û meleyan, îdeologên demogog girtine û bi îdeolojî û megalomanîyeke pûç û vala nirxên hur û resen ên civakê li ber çavê civakê reş dikin. 

Lê baş e ku yên mîna Şemso hene...