12 Kasım 2020 Perşembe

hasta la vista

Rojev mîna bêjingê ye, diheje û hey diheje.
De bihejîne, zalim, xweş bihejîne!
Tu li ser kursîyê rûniştîyî û kî heq e, kî neheq e, tu heq belav dikî xwedêgiravî, 
lê heger ew kursî kursîya heq be û tu jî li ser bî...
Ne bi te bawer im, ne jî ji wê kursîya te ya (ne)heq, lê dîsa jî ez ê destek û piştgirîyê bidim wê bêjingê, bila biheje û hey biheje;
belkî vê carê em li ser bimînin û bigihêjin heqê xwe.
Çendî hêvîya me ji serek û rêber û rêvebirên me zêde tune be jî, de qey tevî vê bêkêrîya wan kêrhatek ê bi kêrî xwe û me bê û wê bihêle em binbêjing nebin û bigihêjin mirazê xwe.
Jixwe bi dehsalan e em nizanin li ser wê bêjingê çi diqewime, çi naqewime.
Belkî bi gîhaştina wê qonaxê re, em hemû qonaxên bêkêr û belengaz û xwelîser bi carekê li pey xwe bihêlin.
Ya Şeytan!
Trump mîna pisîkê bi mişk dilîze, pir bi me lîst, di navbera nîvdewletî û bêdewletîyê de em çûn û hatin, lê ne em bûn dewlet, ne jî me ji nîvdewletbûna xwe tişt fêhm kir, mîna mirîşka gêj nikilê me her li gû ket...
Xweda- Xwedayê ez pê bawer im û yê hûn pê bawer in ne yek in-. Erê, Xweda ji bêkêr û xwelîseran re nehêle!
Ka bê xalê me Joe Biden ê çi surprîzan ji me re çêbike- newêrim bibêjim apê Joe Biden, ji ber ku me ji ber apan pir kişand, hîn jî em dikişînin!
Destê Yezdan li pişta xalê Joe be û Yezdan zalimê Ruhstîn bi ser wî de neşîne, heta Kurdistan ava dibe.
Amen!
Şaş fêhm nekin, nebêjin de îja karê Joe nema ew ê enerjîya xwe ji bo kurdan xerc bike û serê neêşe kevn lê bigerîne!
Na...
Carina berjewendî li hev rûdinin.
Û îroj jî ew roj e.
Erebên fahş û cahş bi xwarina xurmeyan û bi vexwarina mîza deveyan bêhiş û serxweş ketine, loma jî her cihûyek li ber çavê wan mîna berazekî xuya dike.
Dora Israîlê bi bêhiş û serxweşên pîskopat dorpêçkirî ye. Û hewce nake ez pesnê hukm û qudreta cihûyan a li ser rûyê erdê bidim, bêyî gotina wan sîstema dinyayê nameşe, heger bimeşe jî, kulek e-seqet e.
Îran jixwe Îran e, wek pêr, wek doh û îroj ji bin her kevirî ew derdikeve, tilîya wê di her qulê de ye.
Û Tirkîye!
Dêya qirêjîyê...
Sponsora terorîzmê!
Ev her sê hêz bi qasî ji bo cihûyan gef û tehdît in, herweha ji bo kurdan jî gef û tehdît in.
Loma...
Berjewendî yek e!
Berjewendî tê li Kurdistanê disekine.
Û bi avakirina Kurdistanê re, him cihû yê bisitirin, him jî kurd!
Ma tişt ma?
Ka ez bidim aqilê xwe...
De ku mabe jî, dû re ez karim lê zêde bikim!
Hasta la vista, Baby!