4 Kasım 2020 Çarşamba

kêkirkê

Li Amerîkayê hilbijartin e.
Biden an Trump?
Heşayî wan, lê bi min,
"Hesinê kêrekê ne, gûyê ser bêrekê ne."
Kî çi sozê bide jî, ya girîng ew e, hêza ku politîkayên wê dewletê dîzayn dike, çi dixwaze.
Nav bûye Trump an bûye Biden, hîç ne girîng e.
Rojavayî, rojane li meseleyan nanerin, her gavek wan ji bo deh gavên li pêş in...
Û jixwe Biden jî Trump jî baş zanin ji nuha heta deh salan çi hewce ye û çi yê bê kirin...
Lê ez a dilê xwe bibêjim, 
Trump bi wê uslûp û şêwaza xwe ya beradayî dilê min li vê dinyaya beradayî rehet dike. 
Mîna berpirsê sîrkekê qeşmerîyên xwe bi hemû serekên dewletan ên qeşmer dike, bi taybetî jî tirkan dixe qûna kûçikê û derdixe, wan teres dike, çendî dilê wî zêde ji me re nexwaze jî.
Lê dilê wî ji me re bixwaze nexwaze, dilê wê lijneya xwedan peyv û hêz ji çi û kê re dixwazin, ew girîng e.
Û ya herî girîng jî ev e:
Berjewendîyên wê û herweha xwedîderketina Ii Israîl û parastina Israîlê.
Divê kurd jî bi vê yekê bizanibin û tevbigerin.
Heger di nav vê sîstema kêkirkê de stratejîyeke te tune be, tu yê jî bibî qurbanek ji wan qurbanîyên kêkirkêyan...
Lê xuya ye qûna me jî elimîye tilîyan û tu carî hişê me yê neyê serê me, ji ber ku aqilê me ji kîsê xelkê ye.
Xelk û alem li pey berjewendîyên netewa xwe ne, yên me destkeftîyên heyî jî tune dikin.
Bi jardadayîbûna dîn û îdeolojîyan, li ser axa xwe, xwe bi xwe em hevdu dikujin û axê jardadayî dikin, mixabin.
Çi rojhilat çi rojava...
Çi bakur çi başûr...
Çi gerîla çi pêşmerge...
Hûn hemû ji şîrê dêyeke esîl zêde bûne, bi şîrê bêeslan xwe nekin bêesl!