11 Kasım 2020 Çarşamba

piştî evîneke mirî-name 3

Canê min diêşe bêîman!

Canê min diêşe tu zanî, ew canê canê min ê ku êdî tu dera wî nema ye bişewite!

Heta destê sibehan te dibînim di xewnên xwe de...

Bi te re şer dikim...

Te himbêz dikim...

Digirîm, bi seetan, têra xwe ji êşê bişom, ez hêsiran dibarînim, lê êş her wek xwe dimîne.

Tu tişt wek ji derve xuya dibe ne hêsan e, bêîman lawê bêîmanan!

Nikarim... çênabe... çare lê nabe!

Tu yî berpirsê vê dojehê, te fêhm kir, tu yî! Û tu bûyî sebeb ku ez li vir, tu li wir bi agirê vê evînê em dişewitin!

Loma ez diherim û têm êrişî te dikim, bi te re şer dikim, te diêşînim!

Te qala Binevşê kirîye, qaşo ji Binevşê hesidîme û diajom ser te, te diêşînim!

Binevş e çi ziqûm e, bi qasî misqalekî ne li ser bala min e ew jin. 

Şerê min bi te re ye, şerê min bi min re ye, şerê min bi vê xezeba hatîye serê me re ye, ma tu nizanî?

Te hemû bar li ser pişta min hişt û te li paş xwe nenerî, lê xist û çûyî...

Dû re jî tu gazinan dikî û dibêjî min neêşîne, canê min neşewitîne!

Baş e, ez ê çi xwelîyê li serê xwe kim!

Ez herim xwe biavêjim dexlê kîjan Xwedayî?

Ji bo brîna dilê min bikewe, ez herim destên xwe li ber kîjan pêxemberî vekim?

Êşa canê xwe bispêrim kê, kî yê ji vê êşê re bibe şirîk û jana vê bedenê sivik bike?

Ka bibêje, qasidê mirinê! Rêhevalê Ruhstîn!

Ev şewata dil û hinav û canê min ê çawa safî bibe, hi ii?

Îroj ez rabûm, min mal da ser hev, min derdora xwe paqij kir...

Tîşortê te, pantorê me, ew ê me her duyan jî bi dor li xwe dikir, firça te ya diranan, nivînên me...

Yek bi yek min hemû tîşortên te kirin hêmbêza xwe û ew bêhn kirin, min got belkî hîn bêhna te ji wan neçûbe...

Nizanim ka tu çi ji min dixwazî, tu hêvîya çi ji min dikî û dixwazî ez çawa tevbigerim!..

Kêm zêde ev serê du mehan e ez di nava depresyoneke giran de ber xwe didim.

Bi rojan devê min bi xwarinê nebû, parî di ber min de nediçû...

Carina nîvê şevê bi qîrîn û girî ji xew çeng dibim ser xwe, şîyar dibim di nava tenêtîyeke bêhnçikîn de. 

Li dora xwe dinerim di wê tarîyê de, li te digerim. 

Dîwar bi ser min de dihedimin wê kêlîkê û careke din diperpitim li ser nivînan bi haweyekî nîvmirî.

Min bi xwe re nedît tenê gotinekê jî binivîsînim.

Bêyî te ez mam tikîtenê di bin barê vê jîyanê de...

Lê tevî ev felek û qedera li min bermeqlûb bûye, tu rabûyî dibêjî tu çi ji min dixwazî!