15 Kasım 2020 Pazar

mijar mijar e çi hejîr çi mişar

Mijar Yek:

Xwendin baş e, lê divê meriv ji xwendina xwe fêhm bike.

Xwendina ku tesîrê li dilê te, li hestên te, li nerîna te, li kesayet û helwesta te neke, ew xwendin ne xwendin e, himaltîyeke beradayî û quretîyeke pûç îmegalomanî ye.

Û mixabin, pirê “zane”yên me tenê dixwînin; dil, hest, nerîn, kesayet û helwest bi ber bayê xwendinê-zanînê nakevin.

Û çi tê serê vî miletî, ji ber van xwendeyên nexwende tê serê vî miletî.

Divê sîstem an civak an desthilatî ne robotan, însanan biafirînin.

Bawer im, ji ber wê kontrola robotan di destê meriv de be, heger meriv bixwaze robot jî kare ji van xwendeyên nexwende baştir bin.

 

Mijar Dudu:

Xwezî her kesî karê xwe bikira.

Wek nimûne:

şivanan şivantî,

gavanan gavantî,

muxtaran muxtarî,

hunermendan hunermendî,

nivîskaran nivîskarî,

siyasetmedaran siyasetmedarî,

jinan jintî,

mêran mêrtî bikira...

Û serê civakê bi kultureke bermeqlûb tev li hev nebûya.

 

Mijar Sisê:

Kes bi qasî kurdan pesnê xwe nade, lê kurd hîn nebûne kurd, mixabin.

Kurdî behr e, lê kurd nebûne masî.

Du kurd bi hev re bi kurdî dipeyivin, lê wexta dibin sisê, çar, pênc, bi zimanê dagirkerî ji hevdu fêhm dikin.

Û bi wî zimanî jî dîsa propagandaya kurdîtîyê dikin.

Kurdî...

Kurd...

Kur...

Ku...

K...

...

 

Mijar Çar:

Kesên durist û dilsoz ji desthilatîyê pirrrr dûr in.

Û heta durist-dilsoz neyên ser text, kurd nabin xwedî bext.

Û bext jî nebe, text textik e.

Û textik jî ji bo çend kurtêl nan tim di firneyan de dişewitin.

Bext...

Text...

Textik...

 

Mijar Pênc:

Îmaj û terza min.

Her ji du-sê rojan carekê ez porê serê xwe didim ber jilêt û gwîzanê.

Ez nahêlim tayên por serê xwe rakin.

Serîhildana por, ez bi terzeke stalînîst û bi hişmendîyeke hîtlervarî têk dibim.

Lê hêdî hêdî zivistan tê û di serma û seqemê de serê rût û zelût ne karê aqil e.

Lê dil heye li hember serma û seqemê bi serê rût û zelût serî hilde.

Berxwedan, serhildan!

Berxwedan jîyan e hey hey,

serhildan jîyan e!..

 

Mijar Şeş:

Navê Xwedê û pêxember xweş!

Lê...

De guh nedinê, ez nekevim nav mijara dîn û dîntir nebim, jixwe zêde ne baqil im.