9 Kasım 2020 Pazartesi

werê wenî wilo wisa ûsa halo

Li qada Taksîmê çavgirtî û himbêzvekirî heta Karakoyê meşîyam bi hêvîya hembêza xwe bi himbêzekê germ bikim, lê ne himbêza min germ bû, ne jî min bi himbêza xwe himbêza kesî germ kir.
Azado, ka te pirsîbû, peyvên nêr dizê, yan peyvên mê?
Bala xwe bide vê hevokê bê peyv çawa ji peyvê dizê...
Heger hîn jî ev mesele di serê te de zelal nebûbe, ez karim pîriktîyê ji çend peyvên din re jî bikim...
Azadê bi azadîyê mejîyê xwe azad neke, nikare bi mejîyekî bindest û belengaz ji neazadan re çîroka azadîyê bibêje û azadan azad bike.
Ez bawer im vê carê Azad ê ji vê meseleya di serê wî de li azadîya xwe digerîya azad bibe, lê heger Azad azad nebe jî, ji bo azadîya Azad û azadan em ê li ser vê axa beyar tovên azadîyê bireşînin bi hêvîya azadî şîn û şên bê.
Azad, nahlet li tekerên tirimbêla ku we ez pê anîm li otogarê danîm bê û dîreksîyona tirimbêlê rast û rep bibe û di qûnê Nûrî re here...
Nuha tu dibêjî çi eleqe!
Teker...
Tirimbêl...
Nûrî...
Heger tu baş bifikirî xweş eleqe ye.
Bi kin û kurmancî Azado, ku meriv eşîr be, meriv li xwe naheyire.
Û jixwe tu zanî, 
ez bi tena serê xwe eşîrek im, 
lê heger min şerm nekira û min zanîbûya kurd ê gazinan nekin, min ê bigota mineta we li ser latan, min ê welatek jî ava bikira, bi sekn û helwesta xwe, bi bîr û bawerîya xwe, bi xeyal û fantezîyên xwe...
Û heger wer dewam bike, ez ê hêvîya xwe ji kurdan bibirim û bi xwe, lê ji bo xwe ava bikim jî.
Serî li min bû tara bêjingê!!!
Ez ê gotina dawî binivîsînim, qe nebe bila tahba xelef nere ber telef:
Hemalê hayê wî ji hemaltîya wî tune be, di xewna xwe de jî tim hemaltîyê dibîne di rengê maqûlî û efendîtîyê de...