13 Kasım 2020 Cuma

ji sîya xwe netirsin

Ji sîya xwe netirsin!
Bi qasî xeraban divê qenc jî wêrek bin,
yan na xeyal ê her hêvî bimîne û hêvî-hêvîkirin jî hêdî hêdî dikuje, mixabin!
Dema meriv li ser dîn û îdeolojîyekê, yan jî li ser zîhnîyeta partî, rêxistinekê rexneyekê dike, pê re pê re dost û heval diniqurçînin meriv, meriv tembîh dikin da ku meriv hay ji xwe hebe...
Bi kin û kurmancî dixwazin bibêjin, bêvila xwe nexe nav karên xetere û bi rîsk. 
Xetere û rîsk!
Yanî najo ser çewtîyan, qirêjîyê rexne neke, pê li reh-damara xeraban neke, kê çi kir-kê çi got, çav û guhên xwe jê re bigire...
Bi gotineke din dibêjin, tu jî wek hevalên xwe bî, ne li pêş, ne li paş...
Lê tiştekî ji bîr dikin!
Heqê nivîskar, hunermend û rewşenbîran tune ye wek hevalên xwe anku wek kesên ji rêzê tevbigerin, ne li pêş, ne li paş...
Divê nivîskar, hunermend û rewşenbîr her li pêş bin.
Heger dil ê ne pola, mejî yê ne zêr û sekn û helwest ê ne hişk û şidîyayî bin, bila bêvila xwe nexin nav karê "xetere-bi rîsk".
Wek dê û bavên xwe, wek mam û emojnên xwe, wek xal û xalojnên xwe, wek metik û xaltîkên xwe, bila ew jî rûnin li mala xwe û zarokên xwe mezin bikin...
Heger nivîskar, hunermend, rewşenbîr ê nikaribin dîn û îdeolojîyan, partî û rêxistinan, rêber û serokan rexne bikin, bila vî karî nekin.
Ez bi xwe, ez ê şwîrê xwe li Xwedê jî bikişînim, li Şeyên jî, ez ê şwîrê xwe li Apo jî bikişînim, li Barzanî û Talabanî jî, ez ê PKKê jî rexne bikim, PDKê û YNKê jî...
Hûn jî rexne bikin, texsîr nekin!
Rexne baş in, yên em ê wan rexne bikin, heger rast û dilsoz bin, ew ê xwe ji rexneyan aciz nekin; heger xwe ji rexneyan aciz kirin jî, em ê guh nedin wan, her wan rexne bikin, heger birazîyên Xwedê bin jî;
lê heger di rexneyên xwe de em ne rast û dilsoz bin, bi zemên re jixwe tavê bide qûna me û kes ê hew hesabê me bike.
Le civak!
Hesasîyetên civakê!..
Heqê me tune ye em jî mîna kesên ji rêzê tevbigerin û guh bidin hasasîyetên civakê.
Jixwe civak bi dîn û îdeolojîyan ji resenîya xwe dûr ketîye. Divê nivîskar, hunermend û rewşenbîr hewl bidin vê civakê li resenîya wê vegerînin, çendî civak serhişkîyan bike jî...
Lê heger wek hinekan em ê jî xwe ne ji dêrê, ne jî ji mizgeftê bikin, wê çaxê doz bûye toz û bila kes ne serê xwe biêşîne, ne jî serê derdora xwe...
Her kes berpirsê xwe û emelê xwe ye.
Heger ez zanibim heta hetayê serê min ê ji êşê rizgar nebe û kurtêleke nan ê jî nebe qismetê min, ji sekn û helwesta xwe ez ê tu carî paş ve gav neavêjim.
Jan bi serî keve!
Here were kulmeke sal e, ji bo kulmeke sal hewce nake meriv bibe xulam û mirîdê berjewendîyên biçûk.
Ûjdanekî rehet, bextekî baş, çend dostên dilsoz û du qedeh araq... ez nadim bi koşk û qesr û sifreyên xapînok ku wê min ji kesayeta min dûr bixe.
Gotina dawî:
Mîna hin nivîskar û hunermend û rewşenbîrên karyerîst û populîst ne li pey qûnalêsî û hestîyan im. 
Û ne xema min e bi deh hezaran nezan û xwenezan ji min re li çepikan dixin-naxin. 
Bila tenê hezar kesên jîr û zana ji min fêhm bikin, besî min e.