6 Kasım 2020 Cuma

min terka vî bajarî kir

Min terka vî bajarî kir,
dema li sikak û kolanên vî bajarîi tenê navên zarokan man bi kurdî.
Min terka vî bajarî kir,
dema li ser tenûran pîrekan hew civat gerandin û zimanê kurdî ma sêwî.
Min terka vî bajarî kir,
dema gundî bûn bajarî û bajarî di bajarên xwe de bi şewba xwekuştinê ketin.
Min terka vî bajarî kir,
dema cîran hew çûn şevbihêrka cîranan û henûnî mir.
Min terka vî bajarî kir,
dema her kes li gorî pereyê xwe peyivî û li gorî pereyê xwe cî ji wan re veqetîya li civatan.
Min terka vî bajarî kir,
dema di civatan de nezanan hew hesabê zanayan kirin û zana ji peyvê xeyidîn, hew peyivîn.
Min terka vî bajarî kir,
dema însan û kûçikan cî guherîn û ji dêvla kûçikan însanan dest bi hestîkojîyê kirin û bext û ûjdanê xwe bi hestiyekî guherîn.
Min terka vî bajarî kir, 
dema dîn bû kiras û bedenên bêehlaq û bêkesayet veşartin.
Min terka vî bajarî kir,
dema ji bêkêrîya mêran, jin berî wexta xwe ketin menopozê.
Min terka vî bajarî kir,
dema li ser navê wekhevîyê, qedr û qîmet mirin û edeb û xatir bar kirin, çûn.
Min terka vî bajarî kir,
dema zarokên ji xwîna min, li ser vê axê, li şûna xwe şopên neyarên xwe hiştin.
Min terka vî bajarî kir,
dema tenê di şevên vî bajarî de ez li kulmeke hizûr geriyam û ew jî bi destê min neket.
Min terka vî bajarî kir...