17 Kasım 2020 Salı

piştî evîneke mirî-name 4

Tu çawa yî hêla min a herî delalî û herî bi jan?

Zanim, ez baş zanim nuha tu di çi halî de yî...

Ez ji xwe zanim tu çawa yî û di çi rewşê de yî, loma jî hewce nake tu bibêjî.

Li hêleke dilê min bihar e, 

li hêleke dilê min zivistan...

Ax ax, berxê!

Çi bi me hat?

Kê nifir li me kir?

Ez ê bibêjim Xwedê heqê me ji dilnexwazan re nehêle, 

lê qêmîşî vê janê jî nakim, 

jan jî xweş e çendî giran be jî...

Tu...

Bextewarîya min a herî geş î!

Tu...

Hêla min a herî bi jan î. 

Çendî jana wê canê min biêşîne û bişewitîne jî, 

baş zanim ku ew jan ji kûrayîya hez û eşqê dizê, ji milkê dil dizê, loma...

tu him can î, 

him jan î, 

him jiyan î, berxê!

Vê sibehê wek her car dîsa bi te min çavên xwe vekirin ji wê xewa bi te tê werdibim. 

Bi vekirina çavan re, tu li cem min bûyî, li nig min...

Li te fikirîm, 

li xwe fikirîm, 

li me fikirîm, 

li qederê fikirîm, 

ew qedera ku jîyan li me kir kulmeke keder...

Min vê sibehê hîs kir ku ne hez kevn dibe, ne jî em...

wek berê, ji berê xurtir, ji berê geştir.

Di nava rojê de, 

bi te re radibim, 

bi te re rûdinim, 

bi te re dipeyivim, 

bi te re dikenim, 

bi te re dixwim, 

bi te re vedixwim, 

yanî bi kin û kurmancî bi te re dijîm, berxê, 

heger jîyîn be ev!

Du bêhn tu carî jî bîra min nare: 

bêhna tenê te 

û bêhna toprihanê. 

Çi dema ez bêrîya bêhna te dikim, diherim li ber toprihanê disekinim, çavên xwe digirim, te xeyal dikim û destê xwe bi kubarî di ser toprihanê re digerînim. Bêhna ji toprihanê difûre, seranserê bedena min dîl digire, 

wê kîlîkê dibim zindanîyek, derîyê dilê te heta dev li ser min tê girtin. 

Û azad dibim di dilê te de, bi dilê te re...

Îroj bi xwe re nabînim derkevim herim derekê. 

Her sê nameyên te şandibûn, sêcare min xwendin her yek ji wan, bi berbangê re.

Ji îskeîska wê kêlîkê, min azana melê nebihîst. 

Û careke din hew xew ket van çavan.

Min bahlîfa ber serê te kir himbêza xwe û xwe radestî bîranînan kir...

Tu zanî berxê!

Baş e ku me ew bîranîn dane ser hev û ew bîranîn hene, yan na em ê kurdunde biçûyana.

Erê, kurdunde!..

Kurdundebûn ne mirina bê kur e, kurdundebûn mirina bê bîranîn anku bê jîyîn e.

Û em ne kurdunde ne, çendî mîna barana nîsanê zû hatibe û zû çûbe jî...

Ma di emrekî de çend rojên weha bextewar dibe qismetê însên, ha berxê?

Di her rojekê de me emrek bihurand.

Heta êvarî ez ê li wêneyên me binerim û li me bifikirim, da ruhê min jî mîna bedena min a bê te roj bi roj mîna qurmekî hişkbûyî dirize û pûç dibe, nerize, pûç nebe.

Ez ê xwe ber bi pêlên bîranînan ve berdim. Belkî ez çend gotinan jî li hev bînim,

li ser şevên me yên har ku em dibûn barbar...

Berê min digot qey her ku dem derbas bibe, jibîrkirin ê ewçend hêsantir be, 

lê mixabin, dinerim her ku dem derbas dibe, bêrî zora jibîrkirinê dibe û li ber jibîrkirinê, bêrî dibe bendaveke qerase; jibîrkirinê tarûmar dike, têk dibe.

Çi bibêjim jî, bilêvkirin û jîyîn nabe yek, mixabin!

Bi hesret û bêrîyeke bêpîvan têm her du çavên te.

Gavê bi xatirê te. 

Heta nameyeke din bimîne di xêr û xweşîyê de, 

yara min a ebedî...