8 Kasım 2020 Pazar

sê xort û civatek

Serê min dike biteqe.

Meriv dibêje qey hundirê serê min tunelek e û trêna bi komirê dişixule tê re derbas dibe.

Jixwe himehima ji balafirê derdikeve derdekî bê derman e, 

bi ser de jî êşa serî...

"Rez ne tu rez bû, terezê jî lê xist!"

Ax Esero, ax!

Agir bi dar û berên Heboşîyê keve, Esero!

Nizanim, te çend cure alkol da min, bi çend cure alkol serî li min bû dahola Cemîlê Aşiq, 

nizanim.

Civat digerîya, serê me germ, her ji nîv seetê Esero diçû û dihat, diçû û dihat...

De îja her cara vedigerîya hundir, bi cureyeke din alkol dihat.

Min jî got, de doktor e, ma hey ne dijminê me ye!

Hew Xweda zane bê heta destê sibehê me çi û çi li bin guhê hev xist û nexist.

Meşk li me bû kafirkeratî!

Bawerê bi sekn û helhesta xwe ya nayif û maqûlane ku ciwamêrîya hurkurdekî jê difûrîya, pişta xwe spartibû bahlîfê û bi çavên xwe beşdarî civatê dibû,

ji çavên wî me pê derdixist bê mijar û meseleyên em li ser dipeyivin, bi dilê wî ye, ne bi dilê wî ye.

Ez ne şaş bim, li dora destê sibehê carekê wek ku xew li dora çavan çû û hat.

Mijar sîyaset bû û bi wê rewşa tê de em têgîhaştin civat ne bi dilê wî diherike...

Me zêde neajot û me berê civatê bi mijareke din ve kir.

Jin...

Erotîzma di nav kurdan de...

Resenîya civaka me ya berê...

Nîyhandina li ser xanîyan,

li nav dahl û rezan,

di best û newelan de

û di kadînan de.

Jixwe kadîn cîgeha erotîzma gunda bû di şevên zivistanan de...

Bawerê me li me vegerîyabû. Li dora çavan ne xew hebû, ne jî mew êdî,

çav mîna lonkuzan, guh bel, bi balkêşî û baldarî guhdarî dikir.

Şêxmûs jî bi ber çavên me diket her serê seetê û binê seetê.

Ew jî mîna Bawer bi xwe bawer bû û bi wê bawerîyê dihişt ez jî bi ciwamêrîya wî bawer bim.

Li hêla malê yî din li ser çi kar û xebatê bû, xêr û guneh di stuyê wî de be;

ne wî ji me re got, ne jî em pê hisîyan.

Hey senfonîya tu nalenalan xwe li guhên me nedigirt, lê her kes ne mîna min û Esero ye. 

Nîyhandina bi dizî jî ji kultura me ne dûr e, 

heta ez karim bi dilekî rehet bibêjim patenta nîyhandina bi dizî di destê me kurdan de ye.

Xanîyekî ji du odeyan pêk dihat, 10-12 zarok, temelê yekê li ber serê yekê diavêtin, dê û bavan.

Tew ez qala nîyhandina li ser xanîyan a ku pirê zarokan bûne şahîd, nakim...

Qey nîvseeteke din balafir ê hêdî hêdî xwe berde ser pişta Stenbola xopan.

Û êşa serê min jî hîn kêm nebûye.

Ax Esero, ax!

Agir bi kevir û gomeyên derdora Heboşîyê keve, Esero!

Bi vê êşê ev serî yê çawa rê bi ser malê xe, nizanim,

lê ma di civateke weha de û bi Eser û Bawer û Şêxmûsê zêr fedî dike li wan binere, serî yê neêşe, wê kengî biêşe!

De biêşe 

û xwe biteqîne, min di te kiro!