10 Kasım 2020 Salı

dijminê xwe

De were kirasê xwe tîştîşî neke, neçirîne û bi çolan nekeve.
Meriv rabe bi xwe re dijminantîyê bike.
Meriv bibe dijminê XWE.
Û XWE bikuje!
Bi van îdeolojî û dîn mînên beradayî em dest diavêjin namûsa axa xwe, wê hilikîheram dikin.
Em kurd in, lê ji bilî kurdî bi her zimanî em kurd in û bi vê kurdbûna xwe ya pûç û vala û sexte serbilind in.
Em Kurdistanê dixwazin, lê sînorên wê ji ku dest pê dike, li ku diqede, em nizanin.
Bi destê xwe em wê perçe perçe dikin û her perçeyekî wê em navekî lê dikin; 
Kurdistana başûr, 
Kurdistana bakur, 
Kurdistana rojava, 
Kurdistana rojhilat.
Tew carina em xwe dikin pûç û pîç, Kurdistan dibe pîne li ser axa xwe ya ji alîyê gur û çeqel û rovîyan ve hatîye dorpêçkirin; 
Kurdistana Îranê, 
Kurdistana Sûrîyeyê, 
Kurdistana Iraqê, 
Kurdistana Îranê.
Em kurdistanî ne, lê em bi şert û qeydeyên kurdîstanîbûnê nizanin.
Çima bûye Kurdistan?
Çima ji me re dibêjin kurd?
Çima kurdî nebe, nabe?
Û gelek kitekit û hûrgulîyên din...
Em kevneşoperest in, lê qûna tazî her li derve ye û her direqise li ber tayê tolikê.
Em pesnê qedîmbûna xwe û dîroka xwe didin, lê ji çel salan wê de bîra me xetimîye, em nizanin em kî ne, em ji ku ne, em ji ku hatine!
Em bi mêranî û mêrxasîya xwe piştrast in, lê dagirker di nav çavên me de simbêlan ba didin û bi çeplê keç û jinên me digirin û li gorî kêfa xwe li vir û wir digerînin. 
Ku keç û jinên me bi çavhêsirî bi ser me de tên jî, bi wê mêranî û mêrxasîya xwe, ne eyb û ne fedî em diherin serê xwe li ber efendîyên xwe ditewînin û gilîyê gur li dêla gur dikin.
Em welatperwer in, lê em pereyan di ser welêt re digirin, ji bo berjewendîyên şexsî yên biçûk em karin welêt bifiroşin û hin ji me difiroşin jî.
Ez karim bi dehan hevokên bi vî rengî li pey hev gindir bikim, lê bawer bikin enerjîyeke vitîvala ye; enerjîyeke vitîvala ye, ji ber ku yên "xwende" mirîd in û mejîyê mirîdan jî blokebûyî ye.
Yên nexwende jî pişta xwe bi wan ve girê nedin...
Mîna komputereke vala çawa dema meriv bernameyan li wan bar dike, ev kesên nexwende jî meriv çi nerîn û fikir û îdeolojîyê li wan bar bike, yan jî berê wan bi ku derê ve ke, bê pirs xwe li wir diqewimînin.
Û jixwe ji mêj de ye navê vê axê Miridîstan e.
Gotina dawî:
Min got,
Wexta qûn bipeyive, mejî jî vediguhere gû...
Û li ser vê axê gû ji mejî buhatir e, mixabin!