7 Kasım 2020 Cumartesi

ez îroj rêwî me

Ez ê îroj tiştekî balkêş nenivîsînim, ji ber ku di rê de me, rêwî me.
Berî nuha bi seetekê ji Qoserê bi rê ketim, ber bi Amedê ve diherim. 
Kêm zêde nîvseeteke din ez ê li mala mazûvanê xwe bim.
Ciwamêr bi 450 lîreyî kezeb kirîye. 
Bawer nakim tenê ji bo min be, lê ka em ê binerin. 
Mîratê, eşîrek bixwe xelas nabe, 
lê pereyê tirko jî ne pereyê berê ye, haa!
1 dolar bûye 9-10 lîre.
100 dolar 900 lîre.
1000 dolar qelenê jinekê ye.
Heger weha dewam bike, ekonomî yê top biavêje. 
Lê top jî biteqe ne bawer im kes bibihîze.
Baş e, 
Va ye apê me Joe Biden hat, dolar bû top û di qezeba dewletê de teqîya, tu amadekarî,
yan jî tu hazirî heye?
Erê, çawa!
Kurd bi reqereqa çek û selehan û bi haweyekî stratejîk pêşwazîya vê dema nuh dikin.
Heger sax bimînin!
Em gîhaştin nav bajêr, em ê peya bibin û ber bi mala mazûvên ve herin.
Piştî xwarina kezebê ez ê dewam bikim.
Nuha bi xatirê we...
...
Ez hatim û silav ji we û civata we re.
Me şîva xwe jî xwar. 
De qey nuha hesabê çayê jî kirine. 
Me lê nerî çay may tune ye, bi dizîka ez ê rabim û xatir ji civatê bixwazim, lê ne bawer im. 
Di mêvanperwerî û mazûvanîyê de kurd deqa miletan e, lê xwezî hay ji vê mezinayîya xwe hebûna.
Lê divê meriv bextê xwe xera neke,
ciwamêr di ser re qulipandibû,
ji qewla amûdîyan, rebê kezebê leqandibû.
berî civat bi min re bixeyide, ez kin bibirim,
jixwe va ye çayê jî hat.
De bi xatirê we...