5 Kasım 2020 Perşembe

hest û hîsên melankolîk

Ji doh şev de baran dibare. 
Çendî qirêjîya bajêr paqij kir û fîstanekî transparan kişand ser bejna wî jî, di bin wî fîstanê transparan de bêehlaqî veşartîye.
Ez zanim, 
tu zanî, 
her kes zane, lê...
Xweda xwe li nezanîyê datîne.
Hîn jî dibare û nerm nerm...
Ji çilapekan senfonîyeke xweş difûre,
henûn û nazenîn...
Pel di bin wan çilapekan de dinalin.
Û mirîşk di pînikê de lûsîyane vê sibehê, 
lê nizanin qedera wan di destê Seadetê de ye, kengî bixwaze kare kêrê bide ser stu û ruh bistîne.
Tirsa ji baranê xezeba kêrê dide jibîrkirin!
Û Seadetê jî,
dema mijar dibe zarokên wê, 
ne Xweda tê bîrê, 
ne rehm dikeve dilê wê,
ne jî dilê wê dişewite bi tebayekî Xwedê!
Off!
Dengê Ciwan Haco pêl bi pêl xwe li guhên min digire, ez mest dibim 
û romantîzmek li min bar dibe.
Li te difikirim vê kêlîkê û diherim berê, belkî jî sibê...
"li bin kela mêrdînê
dinya çik î sayî
li esmên stêrk direqisin li dora heyva çardehşevî
û sura bayekî xerbî ye
ji şerabê bêhna lêvên te difûre
pişta te li sînga min e
rûyê te li berîyê
nigên te berjêr daliqîyane bi kevirê tu li ser rûniştîyî wê gavê
'zînê' distirê ciwan"
...
Û ji doh, belkî jî ji sibê veciniqîm...
Çavên min girtî, guhên min li derve,
Nuq!
Nuq!
Nuq!
Çilapek bi ser pelan de dinalin
û tu ne li vir î, 
bêîmanê!