26 Kasım 2020 Perşembe

barê navê abdulah giran e

Carina hin heval mîna dîwarê girî yê cihûyan berê xwe didin min û gilî û gazinên xwe dikin.

Carina mijar dibe mîtolojî, ji xwedayê xwedayan Zeus re qala mîtolojîya kurdan dikim, ew mîtolojîya ku şaristanîya qewmê wî ji wê mîtolojîyê zaye. Zeus li ber çavên min dibe sêlekekî dera hanê.

Carina mijar dibe felsefe, li ser dîwêr li sîya xwe dinerim, xwe di kirasê Nietzsche de hîs dikim; wê gavê ne Sokrates, ne Platon, ne Aristoteles, ne jî Spinoza kare avê li destê min bikin. Feylesofî ji zimanê min diherike bi kurdîyeke sofîstîk.

Carina mijar dibe dîn û pencereyeke nûranî li ber min vedibe, xwe wek pêxemberekî nesunetkirî yê bê kitêb hîs dikim wê kêlîyê; ez hemû ayetên kitêbên pîroz ên bawermend li ber bi cizbê dikevin, bi peyvforîzmayekê pûç dikim. Rûpelên wan kitêban yek bi yek dişewitînim û nef(e)sa xwe li ber germ dikim.

Carina mijar dibe huner, ji her peyveke min rengekî hunerê dizê, li ser me esmanek çêdibe ji rengan, mîna keskesorê; hunermend li ber germayîya zimanê min bi hunerê sermest û gêj dibin. Û ez jî têra xwe xwe qure dikim.

Carina mijar dibe civak û dibim bêehlaqekî bi pîvan, derdikevim ehlaq li parsekan belav dikim; li parsekên birçîyê ehlaq.

Û carina jî mijar dibe birçîbûna bedenan, li ser serê birçîyan dibim pisporê zewqê û bi tecrûbeya xwe bedenan terapî dikim; nahletê li qalib û tabûyan dibarînim, şehwetê wek taseke şerbet bi ser wan de dirijînim, diqûrisinê, vedixwin bi kezebeke agirpêketî...

Piştî vê destpêka qerase îja ez karim dest bi mijara esasî bikim.

Kesên navê wan Abdulah, di bin berpirsîyarîya vî navî de tu carî xêrê ji emrê xwe nabînin. Ev nav mîna barekî her li ser pişta wan e. 

Him navê bavê pêxemberê misilmanan Abdulah e, him jî navê serokê sererd û binerd Abdulah e.

Loma jî,

yê navê wî bû Abdulah, ji daxwazên xwe bêtir divê li gorî felsefeya her du Abdulahan tevbigere.

Û şert û mercên felsefeyên her du Abdulahan jî zor û zahmet û giran in.

Divê tu li destê xwe, li zimanê xwe, li pişta xwe miqate bî!

Dest û ziman erê, lê mîrata piştê zor e, li tiştekî guhdarî nake. 

Gelek pêxember û siltan û padîşahan ji ber ku pişta wan li şîretên wan guhdarî nedikir, ji xwe re cêrîstan ava dikirin û mirîdên xwe bi gotinên efsûnî bêhiş dixistin, ew mirîd dibûn qewad û diketin xizmeta wan, ji wan re qewadî dikirin.

Wan dikir, mirîdên wan jî dua dikirin!

Abdulahekî min jî heye ji wan Abdulahan.

Di xortanîya xwe de ji mizgeftan, di telebetîya xwe de jî ji civînên partîyê dernediket.

Ne dema diçû mizgeftê doxîn lê vebû, ne jî dema li zanîngehê telebe bû doxîn lê vebû.  Her birçî, her har, her belengaz xêr ji xortanîya xwe nedît.

Îroj dîsa berê me da rojên berê, qala xwe û xwelîserîya xwe kir, got, "Seyda, dema min zanîngeh dixwend, hevaleke min a serhedî hebû, beşa wênesazîyê dixwend. Rebenê bi rojan bi dora min ket ji bo min bera ser xwe de, lê ji ber ku ez mirîdekî temam bûm, min li xwe dianetanî ez li jêra xwe li doxînê binerim. Wê hevalê lê nerî xêr di min de tune ye, terka min kir û çû hin xortên din bera ser xwe da..."

Xwe bi xwe min got, "Tu kerekî ehmeq î!" lê ji ber ku min bi xwe bi xwe got, dengê min neçûyê û Abdulahê min berdewam kir, "Seyda, berî zanîngehê bixwînim ji mizgeftan, dema min zanîngeh dixwend jî ji civînên mirîdî dernediketim. Û nuha jî ez difitilim li salên çûyî dinerim, emrekî vitîvala. Lê helal be ji te re. Tu çavê kul derman dikî. Hew Xwedê zane nuha jin li cem te, bi vê rehetîya te çi qasî kêf dikin û bextewar in."

Min got, "Abdulah, heger li ser nivînan jinê xwe wek qahpikekê hîs nekir û bi haweyekî azad xwe li nav behra fantezîyan neqewimand, problem ne jin e, tu yî, tu bi xwe yî."

Kenîya, got, "Heyran, bi vê felsefeyê tu nêzîkî min bibî, ez ê jî bibim qahpikek..."

Em her du jî kenîyan.

De îja çîroka Abdulah rastîya keç û kurên me ye. 

Îdeolojî û dîn nehiştin keç û kurên me bibin xwe.

Berî xatir bixwaze, bi bişirîneke tije hesret û poşmanî got, "Jîyan ji jîyana te xweştir tune ye. Heta ji destê min bê, ez ê nehêlim zarokên min tu dîn û îdeolojîyan nas bikin."

Gotina dawî:

Ji zarokan re tenê sekn û helwest û kesayet divê, wekî din kî çi bibêje, zir derewek e.

Heta ji we tê zarokên xwe ji dîn û îdeolojîyan dûr mezin bikin. Bi huner û edebîyatê jîyana wan bixemilînin, bila bi azadî ber bi xewn û xeyal û fantezîyên xwe ve bibezin, bifirin.