Carina tiştin mîna kurmekî xwe li nav mejîyê meriv diqewimînin û serî li meriv dibe tara bêjingê, sibeha bi hizûr li meriv dibe bêhizûr û daturizandin namîne, êdî wek xwê di qûnê de be, qûn hew erd digire û meriv derdikeve nêçîra wê bêhizûrîyê.
Ez texmîn dikim, di ber xwe de nuha hûn dibêjin, "Euww! Min di qûnê kirî! Ev çi zirhevok bû, mîna tirêna surguçîyan!"
Bibexşînin, ez ê hewl bidim kin lê xim û qut bibirim...
Vê sibehê dîsa ez bi Yaşar Kemalê bi eslê xwe kurd, bi hişmendî û qelema xwe tirk bêhizûr bûm.
Kêm zêde pirê we romana wî ya bi navê "Siltanê Fîlan" xwendîye.
Di wê romanê de li ser zulm û zordestî û desthilatdarîya fîlan rawestîyaye...
Ez ê zêde bi nav romanê de nerim, tenê dixwazim li ser mijarekê hûr bibim.
Yaşar Kemal qala zulma fîlan dike bê ka bi çi stratejîyê hewl didin gêrîkan-morîyan entegre-asîmle bikin.
Siltanê fîlan dibêje, heger em zimanê fîlî hînî wan bikin û zimanê gêrîkî-morîkî bi wan bidin jibîrkirin, pirsgirêk namîne, piştî demekê ew ê ji bîr bikin û bi navê gêrîkan-morîyan qewmek namîne.
Erê, heta vir temam.
Dil û hestên Yaşar Kemal ên şoreşgerî sax bin. Wek rewşenbîr û nivîskarekî li dij asîmilasyon û qirkirina qewman derdikeve, lê...
Erê, lê xwedîyê van hizran piştî vê êş û brîn û trajedîyê destnişan dide, çima ew bi xwe bi xwe re dikeve nava nakokîyan û terka eşq û xizmeta xwe ya di ber tirkî de nake ku ew bi xwe jî zane tirkî li ser qirkirina qewmê wî şîn û şên bûye.
Û...
Çi tê serê me, çi hatîye serê me, ji ber xwendeyên me yên ne ji me tê serê me, hatîye serê me.
Û dîsa û
pirê xwendeyên "me" îro ro bi hemd-bêhemd di xizmeta hizra dagirkerî de ne,
mixabin!