22 Eylül 2020 Salı

êêê

Xwe bi xwe min soz daye, heta ji min bê her roj kin-dirêj ez ê nivîsekê ji vê blogê re binivîsînim, lê va ye seet dike rojê daqurtîne, hîn min tiştek nenivîsandîye.
Ez zanim hûn ê dîsa xwe aciz bikin, lê mixabin dosyayek li ber destê min e, ez li ser wê dixebitim. Û heger bibe qismet di nava van du-sê mehan de kitêbeke din a devlikenîk ê li kitêban zêde bibe.
Ez zanim hûn ê nexwînin, lê bila ev jî zêdeyîya ser kezebê be.
Çendî bi vê kitêba Devliken-îk hinek ê Kelogirî bibin jî, ji bo bêhizûrîya we ji ser we biqewirînim, biborin lê tişt ji destê min nayê.
Nuha hûn dibêjin "êêê" çi eleqe, lê ez jî nizanim. Min got ka ez ji derekê dest pê bikim, belkî tiştin were bîra min.
Êê! Êê!..
De ka ez îşev berî zeman bi ser nîvê şevê bikeve, ez li ser "êê"yê binivîsînim.
Li gundekî Mêrdînê civat gerîyaye û her du sê kes ji xwe re di nav xwe de ji aş û baş dipeyivin.
Kalê Hêmo jî kalekî heftê salî ye û birçîpeyv e. Ji xwe re Evdî zevt kirîye û mijarekê ji qûna mijarekê dirêse.
Rebenê Evdî jî ji sibeha Xwedê de çûye ber pez, xew ji çavan dirije. 
Him li Kalê Hêmo guhdarî dike, him jî bêyî ku Kalê Hêmo bi xwe bihisîne, serî diavêje xewê, bi dizî çavên xwe nerm dike.
Kalê Hêmo hey dipeyive û carê di nav re jî diniqurçînê, 
Evdî jî bi her niqurçandinê re, carê vediciniqe û dibêje "Êê!"
Carek...
Du car...
Sê car...
Evdî baş dibetile û serî diavêje xewê, di xew re dihere. 
Kalo Hêmo jî xwe ji bîr dike biniqurçînê û hey direpînê, dipeyive...
Piştî cixarakê wexta Kalê Hêmo meseleyê diqedîne naqedîne, Evdî çeng dibe ser xwe, dibêje, "Êêê!"
Kalê Hêmo aciz dibe, bi hêrs dibêje, "Êê û serî! Qedîya çû, ma çi ê êya te ye. Rabe here li mala xwe bitemire, qeşmerê qeşmer!..