26 Eylül 2020 Cumartesi

xaltîk

xaltîk

mîna kirasê sentatîk

wê rakşîne wek lastîk

û bawer neke ji hezkirina wê ya klasîk


Lê xalitîka min hêja ye.

Çendî ji ber rîh û por û guharê min gazinan bike jî, ez zanim ji min hez dike.

Got, "Devlikeno! De wî porî, wê rîhê jêke lo. Weleh nizanim çawa sebra te tê!

Min destê xwe li dora stuyê wê gerand, ew ber bi xwe ve kişand û mîna ewlîyayekî nûranî û pîroz min serê wê maçî kir. Wê jî ez maçî kirim, lê ji ber rîha min lêvên wê negîhaştin rûyê min. Min got, "Gulê! Pêxember mêxemberan jî rîh û porê xwe dirêj dikirin û berdidan."

Piqînî pê ket, ew her du çavên wê yên nûtikî wenda bûn, got, "Berxê min, ew pêxember bûn."

Min got, "De bi telaq, rîh û porê min ji rîh û porê wan xweşiktir û paqijtir e. Li wê çola Xwedê av tune bû xwe bişon û jixwe ev serşuştina me ya ji stu û jor ku em jê re dibêjin "erebîko"jî ji wir tê.

Di ber xwe de bû tobetobeya wê, got, "De hiş be, Devlikeno! Ji ber van gotinên te yên fahş û fiqur ew ê kevir li me bibare.

Min got, "Xaltîkê, mîna kirasê sentatîkê, her roj ez bi sabûna Hecî Şakir û sabûna qizwanan xwe dişom û çendî dua muayan nekim jî, neşuştî pê li erdê nakim. Bêhna gul û beybûnan ji vî porî û vê rîhê difûre, Xwedê ji te razî. De bi her sê telaqên bê fitû, li wê çola Erebîstanê ji nebûna avê wan pêxember û wan mêxemberan heftê rojekê jî serê xwe nedişuştin û pirê caran heram pê li erdê dikirin."

Û bû hakehaka me em keniyan...