Vê sibehê çawa min çavên xwe vekirin, ez li rûpelên seyda Fuat Onen û Halît Temlî rast hatim.
Her du seydayên min jî li ber gotinên Sharo Garîp bi cizbê ketibûn û bi derdora xwe re jî par ve kiribûn, xwestibûn derdora xwe jî bi wê cizbê sermest bikin.
Kî zane, belkî jî nuha gelek kes bi wê cizbê ketine jî!..
"Hih! Ya Allah! Hih! Ya Allah! Hih! Ya Allah! Hih!
Ez bi xwe him di nav derdora Seyda Fuat Onen de me, him jî di nav derdora seyda Halît Temlî de me, loma jî wek cinê çav li hesin bikeve, du caran ez veciniqîm!
Min nêvîyê gotarê ji rûpela Seyda Fuat Onen, nêvîyê gotêrê yê din jî ji rûpela seyda Halît Temlî xwend.
Dest û dilê seyda Sharo sax bin, lê tiştên seyda Sharo ta bi derzîyê ve dike jixwe hewceyî gotinê nake. Êdî kerr û kwîr her kes zane mesele çi ye.
Pîrekên ser tenûran êdî hemû bûne analîst û teorîsyen. Meriv here li ser tenûrekê bisekine, him zikê meriv ê tije bibe, him serê meriv...
Axir, êdî mû bi zimanê me ve şîn hat hingî em van analîzan dikin-dipeyivin-dixwînin-guhdarî dikin.
Bi gotinên romantîk kurd ê li kurdbûna xwe venegerin û nebin kurd. Berevacî, bêtir ji kurd(î)bûna xwe dûr dikevin.
Gur ketîye nav pez û kerî teriqîye...
Emel-cahd-hewldan-berxwedan-pratîk divê.
Seyda Sharo ji konformîstan re bi awayekî konformîstî çîrokên xeyalî-efsanewî dibêje, lê di esasê xwe de rastî-realîte ne weha ye, gelî seydalerino.
Û jixwe bi vê eşq û heyranîya tirkîtîyê rewşenbîr û sîyasetvanên kurdan ji dagirkeran bêtir xisarê didin kurdan û mala wan xera dikin.
Erê weleh, xweş xeber e lê ne bawer im.
Seyda Sharo Garîp xweş analîz dike, lê tiştekî ji bîr dike...
Him reçeteya kurdîtîyê radixe pêş çavên kurdan, him jî bi desthilatdarîya zimanê efendîyê xwe kurdan pûç dike, ditevizîne, ji taqet dixe û dihêle ku ziman û kultur û nirxên kurdî li ber çavên kurdan bibin marekî reş û qudret û desthilatdarîya tirkî li ser kurdan ferz dike.
Ez nabêjim nerîn û analîzên we şaş in. Na, hûn xweş û rast dibêjin, lê divê bi sekn û helwesta xwe hûn li pêşîya civakê bisekinin, da ku civak wê hêz û qawet û wêrekîyê ji we bigirin û li pey we werin.
Sekin û helwest bi kirasekî dilsoz û durist bêtir balê dikişîne û bawerî û xwebawerîyê xurtir dike.
Jêrenot anku Têbinî:
Gelî rîhspî û seydayan, berpirsîyarî û wezîfeya we ya rewşenbîrî ew e ku hûn bi sekn û helwesta xwe ji ciwanan re bibin rolmodel û ciwanên di nav zîhnîyeta dagirkerî û îdeolojîyên îdeologên demagog de gêj bûne, bi tevger û jîyîna we bi ser hişê xwe de werin, xwe nas bikin û li xwe vegerin.
Heger ew ciwan xwe nas nekin û li xwe venegerin, ew ê li kurdî û Kurdistanê jî venegerin.
Ez têm çavên mezinan û herweha destên biçûkan jî radimîsim...