13 Eylül 2020 Pazar

rewşenteresî

Ez mîna tûpişk im!
Dêla min li ser pişta min her rep û amade ye ji bo derbekê...
Li ser tora civakî pirê caran dema ez li nivîsên hin xweşciwamêran ên bi tirkîyeke xweş hatine nivîsandin rast têm, ava reş bi çavên min de tê, pir aciz dibim.
Û ev xweşciwamêr jî qaşo zana, xwende, weşangêr û rewşenbîr mewşenbîrên min in...
Bi qasî serê xwe bi xeml û nexşa tirkî re diêşînin, xwezî nêvîyê wê serêşînê bi zimanê xwe re jî biêşandana, lê dema meriv wan bi zimanê wan dixwîne, meriv dibîne bê çi qasî belengaz, çi qasî şkestî, çi qasî gune ne.
Hoo Yezdanê ji ber Xwedê veşartî!
Qey xîret ê hew rêya xwe bi van deran xe?
Qey poz ê li xwe venegere û ji nû ve şewtê hîs neke?
Hûn xwelîserên belengaz!
Bi konetî û bi derewan hûn çi qasî wek helwest xwe li dijî dagirkerîya dagirkeran nîşan bidin jî, we ruhê xwe kirîye xulamê wan û bi hemd-bêhemd hûn xulam in û xulamtîyê ji wan re dikin.
Ez van gotinan, ne ku ji bo hûn bixwînin û pozê we bişewite, dinivîsînim.
Na!
Ez van gotinan dinivîsînim, ji bo keç û kurên qibleya wan kurdî û Kurdistan ji pey we vegerin û wek we ew jî rojekê kenê dagirkerên xwe bi xwe neynin û nebin meymûn, dinivîsînim.
Û gotina dawîn:
Hûn ji bo min zirhîçek in,
lewra bi vê xwelîserî û belengazî û bêkesayetîya we, reha min a kurdî xurtir dibe.