Ji bo zana û rewşenbîr û nivîskarên welatekî bindest:
Heger welatê meriv azad û serbixwe be, çi bê hesabê meriv, meriv kare bike. Ev tercîh e û kêfa meriv çi bixwaze, meriv ê wê bike.
Lê heger welatê meriv ne azad û serbixwe be û qaşo meriv ji xwe re bibêje zana û rewşenbîr û nivîskar, wê çaxê divê xîret hebe.
Xîret çi ye?
Bi her awayî redkirina ziman, edebiyat û kultura dagirkerî ye.
Zana û rewşenbîr û nivîskarên me çi dikin?
Ne xwe ji dêrê dikin, ne jî xwe ji mizgeftê...
Bi kurdî xwe li ser serê kurdan dikin zana-rewşenbîr-nivîskar, bi tirkî jî mezinbûna dagirkerên xwe bi miletê xwe piştrast dikin û bi wê kompleksa xwebiçûkdîtî qaşo xwe modern û entel nîşan didin.
Bi qasî we zirar û xisar da vî miletî, dagirkeran neda.
Û ne eyb û ne fedî, hîn jî hûn li ser medyaya sosyal xwe dihetikînin.