Çi qas zû em bi ser avê dikevin û çi qas bi tiştên biçûk em sermest û serxweş dibin.
Ev serê hefteyekê ye kurd bi Argun Çakir çavên xwe vedikin-şîyar dibin, bi Argun Çakir çavên xwe digirin-radikevin.
Çi qewimîye?
Tirkekî mûxlayî ji bo karîyera xwe ya akademîk fêrî kurdî bûye û bi devoka torîyan ji torîyan çêtir dipeyive.
Û hindik maye kurd herêma Torê li ser navê vî tirkê torî tapo bikin.
Erê lêlawo, mesele ne meseleya "nanê bê xwê û tirên şor e." Xelk bi nanê bi xwe tirên şor dikin.
Dewleta xelkê heye.
Akademîyên xelkê hene.
Rewşa xelkê xweş e, li pey kar û xebatên xwe cehd dikin, hewl didin.
Ji bo konforê li konfora xwe zêde bikin, tiştên nuh diceribînin.
Xelk romantîk in, mîna min û te bi serîyê vala û zikê birçî nareqisin û bi qûna tazî li tembûrê naxin...
Yanî Argun Çakir fêrî kurdî bibe çi ye, fêrî kurdî nebe, çi ye!
Çi yê li min û te zêde bibe?
Heger mebest şewitandina poz be, bawer bike, dîsa tenê pozê min û te yê bişewite; wekî din ne xema kesî ye.
Bi sedan bîyanî jî, çi ji bo mîsyonertîya ola xwe, çi ji bo stratejîya dewleta xwe, çi jî ji bo karîyera xwe, xwe fêrî kurdî kirine.
Û Argun jî yek ji wan e.
Dev ji vê kompleks û xwebiçûkdîtin û diltenikî û hestîyarîya xwe berdin, xelk û alem bi nigekî din lê dixin, hûn tenê alav û amûr in ji bo bigihêjin mirad û armancên xwe.
Dev ji xwe berdin, êdî hûn guneh in!
Li ser serê we dibin sîyasetvan û xwe û derdora xwe dewlemend dikin, di nav konforê de lotikên konformîst diavêjin.
Li ser serê we dibin hunermend û nivîskar, kultur û kevneşopî û folklora we bi rengekî din difiroşin we û hûn jî diherin dikirin, sermest dibin û ava heft şorbeyan ji devê we diherike.
Li ser serê we dibin akademîsyen û rewşenbîr, hew ji ser stuyên we dadikevin, her aqilê protez difiroşin we û dihêlin bi wî aqilê protez hûn bi aqilê wan bifikirin û bi çavên wan li her tiştî binerin.
Erê, xwe li ser serê kesî qure nekin, lê tu kesî jî daneynin ser serê xwe, da ku xwe li ser serê xwe qure nekin.
Hêvîya xwe nespêrin aqilê protez, bila aqilê we ne ji kîsê xelkê be.
Aqilê we têra we û sed û yek bavên we dike, heger hûn bîra wî aqilî bibin...
Jêrenot anku Têbinî:
Ji bo teza xwe min Argun Çakir wek antîtez bi kar anî. Problemeke min bi ciwamêr re tune ye û herweha ji wî re serketinê dixwazim.