Di şeveke zivistanê de sermê û seqemê qayîş bi hev re dikişandin.
Seet li dora yekê şevê ye.
Xortekî qert li texsîya xwe siwar hatîye, ber bi malê ve diajo.
Texsî li lambeya trafîqê radiweste.
Trawestîyek bi meşeke jinane nêzîkî texsîyê dibe.
Xwe daqûl dike, bi destan ji xort re dibêje paceyê daxe.
Xort paceya texsîyê dadixe û serê xwe ber bi wê ve xwar dike.
Trawestî bi lêvên lerzok ku ji wê sermê bi zorê li hev diketin, dibêje, "Heger ez di texsîyê de bimêjim bîst lîre, heger em herin malê sîh lîre..."
Xort deng nake.
Xwezîya xwe dadiqurtîne û hêdîka destê xwe diavêje bêrîka xwe, bîst lîreyî ji bêrîka xwe derdixe, dide destê wê û pê li xazê dike, diajo...
Xort bi qasî çend gavan jê dûr dikeve, difitile di ser stuyê xwe re li wê trawestîyê dinêre.
Trawestî li ber xwe dikeve.
Serê xwe bera ber xwe dide digirî û hêsirên xwe paqij dike...