20 Eylül 2020 Pazar

moralê min sifir sifir sifir e

Îroj ez bi xwe re nabînim tiştekî binivîsînim.
Jixwe tiştekî ez binivîsînim jî tune ye gavê.
Yekşemeke ne xweş...
Jixwe dema zarok bûm jî min ji yekşeman hez nedikir. 
Min zanîbû roja din dibistan heye û ku berê min diket dibistanê jî, wek we berê min bidaya mirinê, bi min zor, bi min tahde dihat.
Ker di jina mezinên dewleta tirko ne! 
Ma çawa bi min ne zor bûya! 
Heta min bi zimanê wan navê mîzê û tuwaletê dianîn cem hev, hew min dinerî min bi xwe de mîstîye û bin xwe şil kirîye.
De îja ji bo min ev qebheta xwe li nav zarokan belav nekiraya jî, heta tenefusa dawîn ji cîyê xwe nedileqîyam.

Li derve dinerim, ewrekî mirûztirş bêvila xwe daliqandîye, ne dizê, ne ber davê, her werimî, bi haweyekî neyarane ji jor de xwe bi ser min de pîs dike.
Belkî jî çend çipik baran ê bes bibûya ji bo bêhna wî jî bê ber wî û bêhnê li min jî fireh bike, lê na...
Xwe qure dike, ne dizê, ne ber diavê!..
Çawa ez ji yekşeman hez nakim, herweha ji zivistanan jî hez nakim.
Ez li germayîstanê ji dawa dêya xwe ketime û li ber tîrêjên rojê bi firê ketime, nîvtazî...

Li ser medyaya sosyal jî monotonî anku yekrengî heye:
Sîyaseteke virnî...
Edebîyateke stewr...
Hunereke xav...
Û stranên ku bêyî dilê xwe ji devê stranbêjan derdikevin û di guhan de olan didin...
Rebenên guhan jî bindest in û mejî çi fermanê bide, newêrin bêîteatîyê bikin.
Ez zanim xêr di nivîsandinê de tune ye îroj, lê dil jî berê min nade derekê ku herim li wir xwe bi tiştekî din biştexilînim.
Şitexilandin, du wateyan di xwe de dihewîne:
1-Peyivandin-axaftin e.
2-Mijûlî-meşgûlîyet e.
Heşa, ez quretîyan nakim û li ser serê we xwe nakim mamoste û filan û bêvan haa, jixwe gelek kesên li pêşîya navên wan "mamoste" nivîsandî hene û herweha şwîr simbêlê wan nabire.
Erê, ez dîsa vegerim ser mijara xwe. 
Ma min çi digot?
Ma ku min tişt gotibûya, ez nedihatim di vir re dernediketim...
Axir, berî di hundirê serê min de mejî hinekan bera ser xwe bide û avis bibe, ez ji vir derkevim.
Lê nayê bîra min ka ez di derî re ketibûm vir an di pacê re!
Tew!
Ne derî heye, ne pace!
Îja hîn nuh min pê girt!