9 Eylül 2020 Çarşamba

min terka vî bajarî kir

Min terka vî bajarî kir,

dema li sikak û kolanên bajar tenê navên zarokan man bi kurdî.

Min terka vî bajarî kir,

dema li ser tenûran pîrekan hew civat gerandin û zimanê kurdî ma sêwî.

Min terka vî bajarî kir,

dema gundî bûn bajarî û bajarî di bajarên xwe de bi şewba xwekuştinê ketin.

Min terka vî bajarî kir,

dema cîran hew çûn şevbihêrka cîranan û henûnî mir.

Min terka vî bajarî kir,

dema her kes li gorî pereyê xwe peyivî û teresîyê şûna maqûlîyê girt.

Min terka vî bajarî kir,

dema di civatan de nezanan hew hesabê zanayan kirin û zana ji peyvê xeyidîn, hew peyivîn.

Min terka vî bajarî kir,

dema însanan û kûçikan cî guherîn û ji dêvla kûçikan însanan dest bi hestîkojiyê kirin û bext û ûjdanê xwe bi hestîyekî firotin.

Min terka vî bajarî kir, 

dema dîn bû kiras û bedenên bêehlaq û bêşexsîyet veşart.

Min terka vî bajarî kir,

dema ji bêkêrîya mêran, jin berî wexta xwe ketin menopozê.

Min terka vî bajarî kir,

dema li ser navê wekhevîyê, qedir û qîmet mirin û xatir û edebê bar kirin, çûn.

Min terka vî bajarî kir,

dema zarokên ji xwîna min, li ser vê axê li şûna xwe şopên neyarên xwe hiştin.

Min terka vî bajarî kir,

dema di şevên vî bajarî de tenê ez li kulmeke hizûr geriyam û ew jî bi destê min neket...