12 Eylül 2020 Cumartesi

nîşaneyên xwedayî

Seadetê rahişt sênîkekê û ber bi Reşo ve meşîya.

Sênîka xwarin tê de, li ber Reşo vala kir.

Reşo bi kêfxweşî xirpişî ser wê xwarinê.

Dû re Seadetê fitilî ser min û bi bişirîn got:

"Wê rojê ez çûm Amedê cem mala Sewdetê (Sewdetê xweha Seadetê ye).

Pismamekî min jî li Amedê rûdine. Jixwe tu nas dikî, Hecî Evdal. 

Zarokên wî ji me re şîv çêkir; goştê pez avêt ser savarê. 

Em li ser sifreyê rûniştin, me şîva xwe xwar. 

Piştî me têr xwar, li ser sifreyê londera hestîyan çêbû. 

Reşo ket bîra min. 

Min got, 'Hecî Evdal, boncîyekî me heye, pir delalî ye. Heger ez van hestîyên ser sifreyê ji boncîkê xwe re bibim, hûn ê bi min nekenin?' 

Hecî Evdal keniya, got, 'Na na, em ê çima bi te bikenin. Tew xêr e.' 

Keçika wî rabû ew hestî ji bo min xistin kîsikekî û wexta ez rabûm, min rahişt kîsikê xwe.

Kîsikê min ê hestîyan di destê min de ez hatim li tirimbêlê siwar bûm û min berê xwe da malê. Erê weleh, ji bo Reşo min ji Amedê kîsikê hestîyan kir destê xwe û min ew hestî anîn Qoserê.

Min çawa sola xwe ji pê kir, min kîsikê xwe yê hestîyan bir li ber Reşo vala kir.

Reşo serî di ber de, bi awayekî bixwaze bibêje 'mala te ava be' terîya xwe kil kir di ser wan hestîyan de.


Jêrenot anku Têbinî:

Hezkirina heywên, yek ji elamet û nîşaneyên Xwedayî ye, heger bawerîya we bi hebûna Xweda hebe...