6 Eylül 2020 Pazar

qerewanek, komputerek û rêwîtîyek

Tenê tiştekî dixwazim, tiştekî ne fantestîk, tiştekî biçûk; 
ez û serê xwe û rêwîtîyek...
Qerewanek, komputerek û ji bo debara xwe jî meaşekî ne zêde ku ji bilî çêra zikê xwe ez karibim her şev du şûşe bîra yan jî qedeheke du qedeh şereb vexwim.
Lê ji berê de kêfa min ji telefonê û civata bi telefonê re nehatîye. 
Dema bi yekî yan jî bi yekê re bipeyivim, pêwendîdanîna bi çavan pir girîng e, 
ji ber ku pirê caran çav mirêka dilî ye û bi rêya awiran meriv hîs dike ka meriv li ser çi bipeyive, li ser çi nepeyive.
Êdî ji metropol û bajarên mezin aciz im û dixwazim ji wan dûr bikevim, 
tenê xwe bera nav dil û kezeba siruştê bidim; çîya, daristan û behr...
Bigerim, binerim, vexwim, bixwim û di mejîyê xwe nim wî biwelîdînim, biafirînim.
Her deverek bîranînek, ji her bîranînekê çîrokek û ji her çîrokekê jî belkî rommanek an fîlmek bizê.
Bêguman ez ê mîna Robînson Crusoe bi tena serê xwe nejîm. 
Ya bîranîna dike bîranîn jin in û derîyê qerewana min ê ji jinan re vekirîbe; 
bi şertê li min nebin bar û bi nefs û nefesa xwe ji min û fantezî û xeyalên min re bibin îlham û bi wê îlhamê tenê ez biafirînim.
Bêguman jinek jî kare nefs û nefesa min ji xwe re bike îlham...
Pirê caran pevşabûna bedenî dihêle deh qîz û deh law bizê ji mejî.
Erê, ev jî daxwazek e, lê ne daxwazeke pir mezin û hovane ye. 
Tenê dixwazim li bin tîna tavê û bi bêhnên rengîn ên siruştî mejîyê xwe biguvêjim, bimeyînim û bi awayekî edebî-hunerî serwîs bikim.
Min got ev jî daxwazek e;
Xweda biçûk e, em jî mezin!..