Ez sekinîm û li Seadetê fikirîm.
Dû re min ev pirs berevacî ji xwe pirsî:
"Çima Seadetê ew qasî bi ser min de ye û bi xezeb ji min hez dike?"
Bi gotineke din heger ez bipirsim, "Çima dêya meriv ji meriv hez dike?"
Bi min pirseke pûç e û ne hewce ye, lê ji bo meriv hezkirinê pênase bike, pêwist e.
Ma meriv kare ji çavê xwe, ji pozê xwe hez neke, yan jî meriv kare ji destên xwe, ji nigên xwe hez neke?
Ma meriv kare ji perçeyekî canê xwe hez neke?
Tu perçeyek î ji wê kezebê, ma dibe ew kezeb xwe înkar bike?
Neh mehan te di malzaroka xwe de xwedî dike...
Piştî tu terka wê stargehê dikî, heta bask bi te ve şîn tê û tu difirî, ji te re dibe çav, ji te re dibe guh, ji te re dibe ziman, ji te re dibe dest û nig û te distirîne heta ji çavên xwe, da ku te çavînokî-nezerî neke .
Tu perçeyek ji wê yî û ew jî bi wî perçeyî xwe tam û temam hîs dike û hez dike, loma jî tu dibêjî qey ji min hez dike...
Lê di eslê xwe de ew ji xwe hez dike, lewre tu ew î, ew jî tu...
Du rengên hezkirinê hene:
Hezkirina pak û hezkirina gemarî...
Du celebên dêyan hene:
Yên bê hesab û ji dil hez dikin û yên bi hesab û ji bo berjewendîyên xwe hez dikin.
Û hezkirina pak te azad dike, hezkirina gemarî jî te dike girtî û hefsî û dihêle heta hetayê tu sî bî-sî bimînî...
Hinek dê, ji bo xwe ji zarokên xwe hez dikin û dikevin pey hesabê biçûk, sibê dema nexweş an yextiyar bibin ji bo zarokên wan li wan miqate bin...
Hinek dê jî, bi qasî misqalekî li sibê nafikirin û doya xwe jî, îroya xwe jî, sibêya xwe jî dikin qurbana zarokên xwe.
Seadetê jî yek ji wan dêyan e ku tenê kul û xemek wê heye, ew jî rehetîya zarokên wê ye. Naxwaze serê zarokên wê biêşe, bêyî ku bifikire û têkeve pey hesaban û ka sibê ez pîr bibim, gelo ew ê li min miqate bin ne miqate bin.
Ew bi xwe jî zane, ji paktîyê paktî dizê û heger pak hez bike, pak ê li wê vegere.
Dû re ez fitilîm ser wê hevalê, min got, "Tu zanî çima ez ew qasî ji Seadetê hez dikim?"
Bişirîneke henûn bi kenekî nermik xwe gîhand guhê min. Û min berdewam kir, "Seadetê tenê rojekê jî wê keda xwe ya di ber min û zarokên xwe yên din de daye-da-dide, nekir serhevdayî-minet û bi hezkirineke sexte em jardadayî nekir, loma jî em nebûn ew, em bûn xwe û bi haweyekî azad her yek ji me ber bi daxwazên xwe ve firîya."
Piştî me xatir ji hev xwest, ez dîsa ketim nav fikir û ramanan...
Heger dê esîl be, zarok bi wê esaletê li hespê esaletê siwar tê û ber bi azadîyê ve wî hespî bi çargavî dibezîne.
Seadetê ji bo min îkon e.
Seadetê ji bo min sembola azadîyê ye.
Seadetê ji bo min ne tenê dê ye, herweha Xwedawenda min e ku ez ji zimanê wê afirîm!..