29 Eylül 2020 Salı

qewmê êgir dişewite, lê her gur dibe

Çendî hewl didim ji mijarên zimanî dûr bisekinim jî, carina bêhemdê xwe meriv tê li ehmeqîya hin "kurd"an dihilkume, mixabin.

Ez gazinan ji nezanî û xwenezanîya kesên ji rêzê nakim, 

nakim ji ber ku wek tê gotin, ji rêzê ne û kî berê wan bide ku li pey wan rêz dibin.

Lê ev kesên bi mejîyê xwe xwe di ser kesên ji rêzê re digirin û bi huner û qelema xwe hewl didin wê rêzê ji rêzê derxin, çi xwelîyê li serê xwe dikin?

Xwelîya ku ji ber wê xwelîya kesên ji rêzê li serê xwe dikin, dimîne, li serê xwe dikin.

Bi gotineke din em karin ji van kesan re bibêjin, "xwelîduser"

Çima xwelîduser?

Xwelîya ji ber serê xwelîsaran maye li serê xwe dikin, loma du caran xwelîser in û ji xwelîseran xwelîsertir in, xwelîduser.

Du xwelîserên ji min û we çêtir bi zimanê xwe zanin, ne eyb û ne fedî li hundirê çavên min û we dinerin û bi wî zimanê ku ew kirine xwelîser, pesnê zimanê min û we, pesnê kultur û hunera min û we didin.

Baş e, ev xwelîser çima ew qasî ji xwelîyê hez dikin?

Ji xwelîyê çêbûne, loma...

Û hûn xwelîserino!

Tu carî hûn ê nebin ji qewmê êgir.

Ji bo qewmê êgir, şewat ji hukm dikeve!

Lê hûn xwelîser ji şewatê ditirsin!

De biqeştin herin di nav xwelîya xwe de bigevizin, 

lê ji bîr nekin, 

ji qewmê êgir re pesnê xwelîyê nedin,

lewre qewmê êgir dişewite, lê her gur dibe...


Ji bo kesên ji rêzê jî jêrenotek:

Kes di malzaroka dêya xwe de hînî rastnivîsê nebû. 

Û jixwe dema me çavên xwe vekirin, ne dewleteke me hebû, ne jî akademîyeke me... 

Lê em têra xwe "serhişk" bûn û hinek ji me bi ser ketin.

Her kî bixwaze, kare bi ser keve; tenê "serhişkî"ya xwe piştguh nekin, bes e...