11 Eylül 2020 Cuma

helwesta rewşenkerî

Dîsa hin zana rewşenbîr ji belengazî û xwelîserîya xwe re li mahne û behane û pîneyan digerin. 

Qaşo ji bo çêya civakê nabe tenê meriv bi kurdî binivîsîne.

Çima?

Ji ber ku her kes nizane bi kurdî bixwîne-binivîsîne...

La hewle wela û quzilqurt û nizanim çi qas bela!

Heyran jixwe pirsgirêk jî ev e, kêm kes bi kurdî dixwînin-dinivîsînin.

Divê stratejî û şerê we li ser vê hêsîrî, nezanî û belengazîyê be.

Ev civak çima xwe dikuje?

Û em zanin mirina me bi mirina zimanê me ye û zimanê me jî roj bi roj di nav vê pirika tirkî de dimehe, lawaz dibe, wenda dibe.

Di rewşeke weha dijwar de ku kurdî di ber sekratê de ye, çawa hûn fedî nakin bi pêşnîyarên weha qirêj û genî derdikevin pêş civakê û daxuyanîyan didin?

Ma çare û derman ev e?

Bi vîrusa kurd pê nexweş ketine, îja hûn hewl didin bi wê vîrusê wan tedawî bikin!..

De herin qûna xwe li avê xin!

Erê, heger kurdî ne li ber sekratê bûya, meriv karîbû heq bida we, lê di rewşeke wek îro de ku roj bi roj kurdî di nav jîyîna bi tirkî de dimehe-dimire, çawa hûn bi pêşnîyarên weha genî derdikeve pêş civakê? 

Heyran, şoreş ji zimên dest pê dike û ji bo şoreşgerîyê jî sebir divê, dilsozî divê, duristbûn divê, têkoşîn divê, hewldaneke bê rawestan divê.

Kurd di vê jîyîna kapitalîst de hînî konforê bûne û tirkînivîsîn jî ji bo wan konfor e, lê ez dinerim hûn zana-rewşenbîr-sîyasetvanan jî çavê xwe bera vê konforê didin. 

Heta hûn dev ji vê konforê bernedin û nekevin bin vî barê giran, li mala xwe rûnin, bi zimanê xwe karibin û doza tiştekî nekin. 

Ha, ev tercîh e, meriv kare hîç bi kurdî nepeyive-nenivîsîne jî, lê divê wê çaxê meriv rêya şaş jî bi ber civakê nexe. 

Meseleya qûna mirîşkê û hêka qazê!..

Kurd li ser mirina kurdî bi tirkî dijîn û em baş zanin bi geşbûna tirkî, kurdî lawaz dibe.


Gotina dawî:

Heta hûn bi çavê dijminayî li tirkî nenerin (zana, rewşenbîr, sîyasetvanan) kurdî azad nabe. Û heger kurdî azad nebe, Kurdistan azad bibe jî kurd ê her xwelîser û belengaz bin.