Mêrekî ku jê re dibêjin însan, benekî di qula firnikên çêlekekê re derbas dike û wî benî diavêje beştê xênî, da ku ew çêlek bi derekê de nere.
Her ku çêlek xwe radikişîne, êş û jan xwe li laşê wê dipêçe.
Li jor dinere,
xweda di nav ewrekî cûn î spî de
mîna leylanê jê xuya dibe.
Zir zimanek di devê wê de ye,
lê bi wî zir zimanî tenê kare biore.
Û diore!
Bi wê orînê xweda di çavê wê de dibe çend çipik hêsir
û digindire.
Hoo însan zarên însanan!
Ma qey bi we wer tê,
êş tenê hesteke însanî ye, loo!
Zir n-a-y-e-k!
Heger hûn bi qasî me biêşîyana,
te dî wek me bêzimanan...
Kezeba we yê bibûya gulokeke agir
û di devê we re derketa,
ji qîrîna we,
ewr ê di bin xweda de hilweşîya.
Û ziman hew bi kêrî we dihat!
Te dî min go
heger hûn jî bi qasî me biêşîyana!..