23 Eylül 2020 Çarşamba

mixabin

Carina bêhemdê xwe mijar û civat ber bi sîyasetê ve diherike.

Doh jî ji bo rojevê bixwînim bê çi heye çi tune ye, li ser medyaya sosyal ez derketim rêwîtîyekê. 

Ne pir dûr, ne pir nêzîk piştî çend qonaxan ez li rûpela Jan Dost a twîterê rast hatim. 

Mijara wî ziman û werger bû. Li ser girîngîya wergerê hest û ramanên xwe anîbû ziman. Li gorî nerîna wî: 

Pêwist e berhemên kurdî wergerin tirkî û erebî. 

Û vê nerîna xwe jî bi vê gotinê piştrast dikir: 

Divê tirk û ereb jî berhemên kurdî bixwînin, heger berhemên kurdî tenê kurd bixwînin, eyb e.

Daxwazeke xweş e, lê bi min pir romantîk e.

Çima romantîk e?

Tirk û ereban axa te di nav xwe de par ve kirine, li ser koka te rûniştine, hemû nirxên te veguherandine kirine yên xwe.

Zimanê te qedexe ye, ji min û te û çend ciwanik û ciwamêran pê ve kes hew bi vî zimanî zane û herweha zimanê te ji zimanan nahesibînin, em rabûne qala edebîyatê dikin û dibêjin bila berhemên kurdî wergerin tirkî û erebî, da ku haya tirk û ereban jî ji edebîyata me çêbibe.

Herweha dema mijar dibe zimanê kurdî, ava reş bi çavên wan de tê, ew ê wê nijadperestî û faşîzma xwe piştguh bikin û rabin edebîyata vî zimanê ew bi xwe jî ji zimanan nahesibînin, meraq bikin û bixwînin!

Mala bavê min mala mêran e, çadira Bavê Lalo tîştîşî bûye, çirîyaye, li jor li Xweda dinerim, ew zalim jî ji min ne xuya ye.

Wey lo lo wey lo lo

Wey lê lê wey lê lê

Em bira ne 

Em cîran in

Wey lo lo wey lo lo

Wey lê lê wey lê lê

Hûn goşt in

Em neynûk in

Wey lo lo wey lo lo

Wey lê lê wey lê lê

Emrê me wey lo lo

Bi qasî neynûkê wey lê lê

Kin dibe dirêj nabe

Wey lo lo wey lo lo

Wey lê lê wey lê lê

Gelî ciwanik û ciwamêran, ji xêndî tirkî-erebî-farsî, hûn berhemên kurdî werdigerînin kîjan zimanî, hûn azad in, lê tirkî-erebî-farisî, na, ji ber ku çi hatîye serê kurdî, ji ber faşîzma qewmên van zimanan û eşqa me ya li van zimanan hatîye serê kurdî û tê serê kurdî.

Çi nivîskar, çi hunermend, çi rewşenbîr, çi sîyasetvanên, her kî bi çavekî romantîk li vê meseleyê binere û ji bo tirkî û erebî bibêje, "dijmin dijmin in, zimanên dijmin ne dijmin in" romantîkên populîst û oportunîst in.

Erê, heger welatekî meriv jî yê azad û serbixwe hebûya û meriv û ev dijmin cîran bûna, rast e, meriv karîbû bigota, dijmin dijmin in, zimanên dijmin ne dijmin in. 

Wê çaxê bêminetî bû.

Lê dijmin welatê te dagir kirine, li ser axa te zimanê te qedexe ye, hemû stran, destan, çîrok, metelok, hîkaye, bi kin û kurmancî kirasekî zimanî kişandine ser hemû nirxên te, ew nirx tev kirine yên xwe, tu radibî dibêjî "dijmin dijmin in, lê zimanên dijmin ne dijmin in" ne eyb e, lê ku em dibêjin yên vê zilmê dikin bi zimanî dikin û bi faşîzma zimanên xwe me dikin hîç û pîç, eyb e, ne wer?

Ji bîr nekin!

Dijminê ku li ser nebûna te hebûna xwe ava kirîye, tu carî nahêle zimanê te xurt bibe û bi wî zimanî bexçeyê edebîyatê bê avdan. Lewre qebûlkirina zimanê te hîç û pîçbûna wan e û ew ê jî ji bo daxwazên te yên romantîk û oportunîst hîç wext wek zimanekî li zimanê te nenerin û edebîyata te jî yê ne xema wan be.

Û gotina dawî:

Meraq neke, gir û rikê tirk û ereb û farisan nahêle qewmên ji wan zimanan qîmet bide ziman û edebîyata te.

Em xwe dixapînin û bi vê xapadinê, em jî bi qasî tirk û ereb û farisan xisarê-zirarê didin zimanê xwe, lewre berhemên werdigerin van zimanan jî dîsa tenê kurd dixwînin,

MIXABIN!