15 Mayıs 2021 Cumartesi

zimanê malê û bêhna sêvan

Doh,
Kurdî zimanê kurdan ê malê bû;
li malê tenê kurdî serdest bû;
li kuçe û sikakan jî tenê kurdî serdest bû;
herweha zimanê sûkê-çarçîyê jî kurdî bû...
Ji ber ku,
li her derê em bi kurdî dipeyivîn, bêguman me xewnên xwe jî tenê bi kurdî didîtin; 
heger carinan bê hemdê xwe di xewna xwe de em bi zimanekî din bipeyivîyana, serê wê sibehê me çavên xwe vedikirin ku şeytan bi me kenîyaye!

Dû re,
mîna "bêhna sêvan" zimanekî din li kuçe û sikakan pêl bi pêl belav bû; 
kurdî ji xofa wê bêhnê xwe li hundirê xanîyan qewimand û derî li ser xwe asê kir.
Yan em ê di hundir de bimana, yan jî me yê derî vekira û bida pey wê bêhnê...
Bêhneke ecêb bû, mîna şivanşitexlîk bê hemdê xwe meriv diket xefikê.
Ji bilî çend serhişkan kes di hundirê xanîyan de nema, derî li ser xwe vekirin û dan pey wê bêhnê.
Kuçe û sikak radestî wî zimanê bîyanî bûn, lê me nehişt bêhna sêvan bi pişt derî û paceyan bikeve.
Dema em ji derve dihatin, berî em derî vekin û gava xwe biavêjin hundir, me xwe ji wê bêhnê dişuşt, dû re em derbasî hundir dibûn.

Îroj,
piştî demekê me hew guh da xweşuştinê; 
çawa em ji derve hatin, me xwe li derî qewimand û em derbasî hundir bûn.
Carekê em li xwe hayil bûn ku bêhna sêvan hundirê malan jî radest kiriye 
û em hemû bi bêhna sêvan jardadayî bûne.
Û ne tenê li kuçe û kolanan, êdî li malan jî serdest bû, 
bêhna sêvan...

Çi hewce ye?
Ji bo em mal û kuçe û sikakên xwe ji bêhna sêvan rizgar bikin, bêhneke ji bêhna sêvan xurtir divê;
divê tovên azadîyê li ser vê axê bireşe û serxwebûn ji vê axê bifûre;
tenê bêhna serxwebûnê dikare bêhna sêvan pûç bike û bikuje.

Gotina Dawî
Bi hêvîya zimanê malê bibe xwedîyê malê, kurdî li kurdan pîroz be!