Lê divê meriv destê xwe deyne ser ûjdanê xwe û bextê xwe xera neke; di nav wan de şîrhelal jî hene, yên ev roj ji xwe re kiriye adetek...
Li ser facebookê yekî bi şaşî wêneyê bavê xwe par ve kiribû û li bin wêne jî ev nivîsandibû:
"Roja te ya dayikan pîroz be, yadê!"
Ez fikirîm, lê ez baş fikirîm...
Xwe bi xwe min got:
Yan ev ciwamêr kopîpastçî ye; yanî çi ji kê dibihîze, ew jî eletexmîn bi wêneyekî par ve dike!
Yan bê dê mezin bûye, bav him jê re bûye bav, him bûye dê!
Yan jî ji qûna bavê xwe ketîye!..
Pîra Biharê, por spî kir di ber sê lawan de;
xwe birçî hişt, lê nehişt ew law kêmanîyê bibînin.
Law mezin bûn,
Pîra Biharê jî sal bi sal kêm kir.
Her sê law zewicîn;
her yek bû bavê birek zarok...
Û ji rojan rojekê çongên Pîra Biharê di bin wê de fisîyan,
Pîra Biharê li erdê bû term û ket nav nivînan.
Lawê mezin xwe neda ber,
lawê navîn ji tirsa jinê deng nekir,
Pîra Biharê ma para lawê biçûk, çendî jinê bêvila xwe daliqand jî...
Û dû re...
Lawê biçûk rapora Pîra Biharê derxist û li ser rapora wê texsîyeke luks bi nîvê heq kirî û herweha ji bo lênerînê jî ji jina xwe re meaşek derxist.
Haya Pîrê Biharê ji bayê felekê tune, di qula odeyeke xênî de, zikekî têr, zikekî birçî roj bi roj bi hesreta ji nav lepan û ji halê tê de ye xelas bibe roj bihurandin.
Tima ketê û ji bo meaşê Pîra Biharê her sê law ketin qirika hev;
ewil lawê mezin ew bir cem xwe.
Jina lawê mezin tenê sê mehan îdare kir.
Dû re lawê navîn...
Meaşê Pîra Biharê şêrîn bû, lê sixleta Pîra Biharê ne hêsan bû; xwarina wê bidê, bin wê biguhere, wê paqij bike...
Jina lawê navîn ji mêrê xwe re got,
"Yan ez, yan ew! Heger tu çareyekê nebînî, ez ê terka te bikim û herim mala bavê xwe."
Pîra Biharê dîsa bû para lawê biçûk.
Jina lawê biçûk careke din bêyî dilê xwe ket bin wî barî.
Wexta zarok di ber derîyê odeya wê re derbas dibûn, destên xwe didan ser dev û pozê xwe, da ku bêhna odeya Pîra Biharê nere wan.
Eman yeman, ji mecbûrî salekê pê re îdare kirin.
Û piştî salekê Pîra Biharê serî danî, mir!
Ji bo texsîya wî bêhn nekevê, ji sûkê texsîyek ticarî xwestin; bi wê texsîyê ew birin li gund veşartin.
Piştî Pîra Biharê mir bi mehekê, her sê lawan jî li ser hesabê xwe yê facebookê wêneyê Pîra Biharê par ve kir û li bin wêne jî ev nivîsandin:
"Dayika min a pîroz, roja te ya dayikan pîroz be!"
Gotina Dawî
Zarok bi baskên dayikan bi firê dikevin; dû re wan baskan dişikînin, xwe bê bask dihêlin!