Her kes li jor li ser textê xwe raketibû.
Wê salê jî hîn nuh televîzyonên taybet derketibûn.
Li ser her xanîyekî sêlek du sêl...
Hin kesan ji bo li qenalên kurdî binerin, hin kesan jî ji bo qûndetîyê ew sêl girê didan.
Wî zemanî, qenala herî populer jî Spice Platinium bû.
Remezan jî yek ji ew ên qûnde bû.
Her şev xwe dida benda malîyan, piştî malî hemû radiketin, Remezanê me radibû ji ser text ji nav nivînan piloz dibû, bi selemê xwe bera hewşê dida, derbasî hundirê xênî dibû, derî li ser xwe digirt, heta berî mele azan bide, li ber fîlmên erotîk vediket û carinan jî xwe nedigirt, bi rişma hespê xwe digirt û ew ber bi xeyal û fantezîyên efsûnî ve dibezand; di nav xwêdana havînê de çav lê diqulipîn, bi cizbê diket.
Şevekê dîsa Remezan xwe dide benda malîyan, lê vê carê ew berî wan di xew re dihere.
Carekê bi xwe dihise, lê dinere deng ji kesî nayê; radibe ser xwe, bi dizî xwe bera hewşê dide.
Digihêje ber derî, derî vekirî ye û ronîya televîzyonê jî li ser dîwarên hundir direqise.
Remezan deng nake.
Di dilê xwe de dibêje qey zarokan ji bîr kiriye televîzyonê bigirin.
Gaveke din diavêje, lê di cî de disekine; bi paş ve gav diavêje.
Televîzyon vekirî ye, li ser ekranê di bin senfonîya nalîn û axînê de çîp û qûn û berzik û quz û pêsîr û kîr govendê digerînin; yek difirkîne, yek dimêje, yek dixê, yek derdixe û bavê wî jî derpî daxistîye binya çongan, bi qurpika kîrê xwe girtîye, mîna li ribabê bixe destê wî xweş dihere û tê...
Remezan dibêje, "Yabo, qawet be!"
Wek ceryan bi yabo bigire, kîrê wê di nav destê wî de sar disekine.
Remezan wî li wir di wê rewşê de dihêle û hildikişe ser xênî, dihere serî diavêje xewê, radikeve.
Piştî wê bûyerê bavê Remezan qul bi qul ji ber Remezan revîyaye; hefteyekê bi rû hev neketine...
Hecî Elî sihora xwe dixwe, derdikeve derve, destmêj digire, tê hundir nimêja xwe dike û dihere serî diavêje xewê, radikeve.
Piştî sê çar seetan şîyar dibe, radibe hazirîya xwe dike û ji bo here cem zarokên xwe, berê xwe dide balafirgehê.
Berî nîvro li balafirê siwar tê û berê xwe dide Stenbolê.
Piştî esir digihêje mala zarokên xwe.
Xwe vedike, dikeve serşokê serê xwe dişo û bîskê pal dide.
Bi xwe dihise, çel, çel û pênc deqe maye ji fitaran re.
Televîzyon vekirî ye.
Li ser ekranê bernameya berî fitarê heye; kîjan bajar kîjan seetê fitarê vedike li pey hev derbas dibe û dema fitara kîjan bajarî tê, navê wî bajarî li ser ekranê dinivîse û bi deng jî dibêje "Ji bo vî bajarî dema fitarê ye"
Piştî kêlîyekê li ser ekranê nivîsa "Ji bo Mêrdînê dema fitarê ye" dinivîsî û bi deng jî dibêje, "Ji bo Mêrdînê dema fitarê ye"
Hecî Elî ji ber televîzyonê radibe, dihere mitbexê.
Li mitbexê bûka wî hazirîya fitarê dike.
Hecî Elî radihêje xurmeyekê, diavêje devê xwe, dixwe û bi ser de jî qedehek av vedixwe.
Bûk şaş û metelmayî lê dinere, dibêje, "Yabo! Ev çi bû? Hîn ji fitarê re çel deqe heye!"
Hecî Elî dibêje, "Li Mêrdînê fitara xwe vekirin!"
Bûk dibêje, "Em li Stenbolê ne!"
Hecî Elî dibêje, "Erê, em li Stenbolê ne, lê min sihora xwe li Mêrdînê xwar. Meriv li ku sihor xwar, meriv ê li gorî wir jî fitara xwe veke!"
Hecî qedeha xwe datîne ser dezge û ji mitbexê derdikeve.