Erê, eyn rewşa me ev e.
Em nanê bêxwê dixwin û tirên şor dikin.
De îja hûn ê ji van kesên radibin, dibêjin, "Bijî yek (1) gulan!" re çi bibêjin û hûn ê çi hêvîyê ji wan bikin?
Zîhnîyeta ku bi kodên zimanê dagirkerên xwe bifikire, binere û bijî, hûn ê çi hêvîyê ji wê zîhnîyetê bikin?
Welatê wan dagir bûye, zimanê wan lal maye, nirxên wan pengizîne, rabûne bi kodên zimanê dagirkerên xwe xwelîya yekê gulanê li serê xwe dikin.
Bijî yek gulan!
Gul bi gulanê ve nehiştine, îja "bijî yek gulan" kuro!
Hûn ne karker in, li ser axa xwe hûn xulam in, hûn kole ne, hûn hêsîr û bindest in, hey xwelîserino!
We çi cejna newrozê ediland, îja dora cejna yekê gulanê ye!
Hew maye di newrozan de jî hûn wek dagirkerên xwe hesin bikutin!
Hindik maye; bi vê xezebê ew jî nêzîk e.
Dev ji fantezîyên beradayî berdin!
Li welatên faşîst ên bi destê dîktatoran tên birêvebirin, karker tenê kerker in di çavê sîstemê de,
loma jî ne meş û çalakî, ne jî slogan û quretî xema wan e.
Û jixwe li welatên weha, karker sed û salekê jî qûnê li xwe biqetînin û biqîrin, ew ê her karker bin û bi qasî misqalekê rewşa wan ber bi başîyê ve naguhere.
Tenê ew ê bi qetandina qûna xwe bixesirin!
Yanî birê bavê min!
Ji qewla rehmetîyê apê min Meheme,
Dev ji xwe û gul û gulanan berdin;
yên li dijî gulanan jî,
yên gulanan diparêzin jî dizên neqebekê ne
û ji heman kanîyê avê vedixwin.
Li her du hêlan jî tenê axa-efendî têr dixwin;
anku nanê bi xwê para wan e, nanê bêxwê jî para we karkeran e
û jixwe fisên xwe jî di rengê tiran de dixin bin dawa we anku bera stuyê we didin.
Loma di kultura me kurdan de ji kesên kone û zexel re "fisgenî" tê gotin.
Û yên tirên bi şîrqîn jî dikin, jixwe li meş û çalakî û mîtîngan "bijî bijî"ya wan e, bi hêvîya şoreşeke romantîk li pey gul û gulanan bi vir de û wê de zîz dibin.
-Xwarzê, xêr e, çi hewar hewara we ye! Hûn bi ku derê ve dibezin bi vê xezebê?
-Xalo, îro yek gulan e, yek gulan!
-Yek gulan çi ye, kuro?
-Yek gulan yek gulan e, îja yek gulan çi ye!
-Êê!
-Çi êê? Cejna karkeran e, cejn!
-Te got cejna karkeran!
-Erê, min got cejna karkeran.
-Ma li pêyasê kar nemaye, îja karker! La hewle wela. Wek anuha li pêyasê bûk û zava tune be û em rabin govendê bigerînin û bireqisin.
-Te got çi, xalo? Dengê te baş nehat.
-Min got Xwedê kêmanîya we nede!
-Ka tu jî werî!
-Na, oxir be ji we re, xwarzê.
-Çi karê te li malê heye, xalo? Ev cejn, cejna min e, cejna te ye, cejna me ye.
-Na berxê xalê xwe, na. Ez ê herim malê; xalojna we li benda min e, em ê li ser nifşekî nuh bixebitin...
Gotina Dawî
Nizanim, bi vî aqilî em dahwa çi li xelkê dikin!
Bi vê zîhnîyetê sed û salek jî derbas bibe, em ê nebin xwe...