7 Mayıs 2021 Cuma

kalê dewrêş


Kalê Dewrêş wek her car rahişt radyoya xwe û hêdî hêdî ber bi sukurê ve meşîya. 

Konên xwe li binîya vê sukurê vegirtibûn. Bi roj wexta her kes diçû ser kar, ew û çend pîrek û çend zarokên biçûk diman. 

Li pişta konan sukurek hebû; li wê sukurê dareke mazî ber bi esmên ve bilind bûbû; eşîrek dikarîbû di bin sîya wê de bisitirîya. 

Kalê Dewrêş jî her roj diçû li bin sîya wê darê rûdinişt, sê çar seetan li ber kilamên kurdî xwe diavêt ser baskên xeyalan û ber bi gundê xwe yê şewitî ve diçû; 

carinan jî zarok lê vedihewîyan, ji wan re çîroka xwe digot.

Kalê Dewrêş derket sukurê, çû li bin sîya darê rûnişt, radyoya xwe vekir û kûr û dûr ket nav mitalan.

Hindik mabû çavên wî herin ser hev û di xew re here, bi pêjna zarokan çavên wî ji ser hev çûn.

Dilşa, Roza, Binevş, Tajdîn û Sîmko xwe lê girt, hatin li pêşîya wî qûna xwe dan erdê, rûniştin.

Kalê Dewrêş li wan nerî, bişirî, got:

-Xêr e, dîsa wek cendirmeyan hûn pev ketine û hatine?

Rozayê kenîya, got:

-Kalo, tu dikarî ji me re çîroka wê şevê dîsa bibêjî?

 Kalê Dewrêş yek bi yek li wan nerî û bi henûnî bişirî. Dû re fitilî ser Rozayê, got:

-Kîjan çîrok, berxa min? 

Rozayê xwe aciz kir, got:

-Wîî Kalo! Ma tu jî çi zû ji bîr dikî.

 Kalê Dewrêş kenîya; berî bersiva Rozayê bide, Tajdîn got:

-Kalo, ma tew tu jî! Jixwe tu her car eynê çîrokê ji me re dibêjî.

Zarokan li hev nerîn, kenîyan. Kalê Dewrêş jî bi wan re kenîya.

Kêlîyekê Kalê Dewrêş nepeyivî; zarokan guhên xwe miç kiribûn, li benda wî bûn.

Kalê Dewrêş qirika xwe paqij kir û dest pê kir:

-Hebû, tune bû, rehmet li dê û bavê min û we bû. Gundek hebû, jê re digotin, “Zerganê” Hawîrdorê Zerganê çîya bû. Her kes xwedî rez û pez bû. Wek tirîyê wan rezan xweş li tu devereke din a dinyayê tune bû. Binîya gund jî giş dahl û bexçe bûn. Kê mişmiş dixwar, kê hirmî dixwar, kê hejîr dixwar, kê sêvtirşk dixwar, kê gwîz dixwar; Xwedê bi ser gund de rijandibû. Mast û penêrê pezên gund li wî lêf û çîyayî deng dabû. Gundî bi heyran û qurban bi hev re dipeyivîn. Kesî tahde li kesî nedikir. Her kes bextewar bû. Heta ku rojekê komek telebe tên gund.

Binevşê got:

-Telebe çi ye, Kalo?

Kalê Dewrêş bi bişirîn got:

-Telebe! Yên xwende, yên diçûn mektebê. Erê, ew telebe tên gund û gundî jî meraq dikin. Gundî ewil bi guman tev digerin, lê dû re bi çûyin û hatina cem wan re, hêdî hêdî wê sawê ji ser xwe diavêjin. Çi cara tên gund, gundî biçûk mezin, jin mêr, diherin li dora wan dicivin û li wan guhdarî dikin. Telebe dipeyivin, ew jî bi balkêşî guhdarî dikin. Tiştên telebe li ser dipeyivin û qal dikin, heta wê rojê hîç nebihîstine û di xewnên şevan de jî nedîtine. Lenîn, Marks, Mao, Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan, komunîzm, sosyalîzm, dewrim, wekhevî, azadî, gel mel û nizanim çi çi… ew nav mavên di nav sohbetên wan de derbas dibin, pir bala gundîyan dikişînin. Dem diherike, êdî her ji çend rojan carekê bi şev li gund in; gundî jî hînî hebûna wan dibin, pir ji wan hez dikin.

Sîmko got:

-Qey wan jî wek te çîrok digotin, Kalo?

Kalê Dewrêş bi bişirîn got:

-Erê, çîrok û çawa çîrok. Piştî demekê êdî kesî hew ji wan re got telebe; telebe çûn, heval hatin.

Rozayê got:

-Telebe çûn ku derê, Kalo?

Kalê Dewrêş kenîya, got:

-Neçûn derekê, berxa min. Êdî li gund hew ji wan re telebe hat gotin, navê wan bû heval.

Zarokan li hev nerî, kenîyan.

Kalê Dewrêş got:

-Êdî her kesî bi navê heval gazî hev dikir. Biçûk mezin, jin mêr, kal pîr navê her kesî bûbû heval. Kalo, pîrê, apo, xalo, metkê, xaltîkê, xalojinê, emojinê hew hatin bihîstin. Hevalê Xelef were vir, hevala Rewşê here wir, hevalê Evdo hat, hevala Seyrê çû.

Zarokan ji hev re got heval û kenîyan.

Kalê Dewrêş berdewam kir:

-Bûbû wek dawetekê, êdî ne tenê bi şev, bi roj jî diçûn û dihatin. Û dîsa rojek ji wan rojan bi roj li nav gund in û esker digirin ser gund. Dora gund hawîrdor digirin û heta êvarî şer dikin. Mala minê! Her heft telebe jî tên kuştin. Hîn nuh simbêlên wan xwê dabû. Wê êvarê esker mêrên gund gişan li pêşîya gund kom dikin, kincên wan ji wan dikin, heta destê sibehê wan li ser wê berfê şilfîtazî disekinîne. Û êdî xêr û bereketa wî gundî namîne. Nêvîyê gundîyan radihêjin selehê, dibin cehş, nêvî jî mecbûr dimînin, terka gund dikin.

Çav li Kalê Dewrêş şil bûn. Zarok rabûn ser xwe û bi kêf bera ser pişta hev dan, xwe li nav konan qewimandin.

Ji radyoya Kalê Dewrêş kilama "Bavê Lalo" bilind dibû wê kêlîyê...