ZIRHÎÇEK!
Sulo bi qasî Sedo ne serbest e û ji bo li ber kamerayan serketî û jêhatî tev bigere, xusûsî perwerdeyîyek jê re hewce ye.
Jixwe rojnamevan jî ketin feqa wî; ciwamêr li gorî kêfa xwe mijaran diguhere.
Piştî vê bernameyê, ez ditirsim Reîz li ser rojnameyên rûniştî ne jî vîdeoyek çêke û tavê bide qûna wan.
Axir, ez bawer nakim ji vê şevê sibehek bizê.
Ya baş ew e, ez têkevim pey mijarin din...
Tam min got ez têkevim pey mijarin din, sêl sincirî...
Lê na, tişt jê dernakeve.
Heger tiştine balkêş qewimîn, ez dikarim sibê lê vegerim.
Lê ez bidim pey mijareke çawa?
Pêkenok?
Analîz?
Edebî?
Hunerî?
Erotîk?
Ka ez deh deqeyan guh bidim Sulo, dû re ez ê li ser mijarekê hûr û germ bibim.
Bi şeref, piştî şerê Sedo û Sulo, kîmyaya min hat guhertin;
li ber mirêkê li xwe dinerim, ne Devliken, ez Sedat Peker dibînim.
Ditirsim guharê xwe ji guhê xwe derxim, berê xwe bidim welêt, bedlekî li xwe kim, tizbîyekê têxim destê xwe, devançeyeke qaçax têxim ber xwe, herim li ser serê eşîrê rûnim û dest bi qebedayîtîyê bikim.
Zimanê min xurt e û ew potansîyela îknakirinê bi min re heye; xort û ciwan ê bidin pey min.
Reîztîya min li çend sedhezar dolarî dinere.
Û hefteyê mûlidek;
di sêlan de goştê berxan.
De îja hûn li xatir binerin, hûn li hurmetê binerin, hûn li şinekî û şelafî û qûnalêsîyê binerin.
Tenê çend sedhezar dolarî û hefteyê mûlidek...
Ka bi destûra we ez deh deqeyên din guh bidim Sulo...
La hewle wela!
Dema Sulo qala namûsê dike û dibêje, ez zilamekî bi namûs im, meriv xwe bênamûs hîs dike.
Û wer xuya ye, îşev Sulo yê li ser pişta van rojnameyên bêkalîte xwe bişo...
Gotina Dawî
Dewleta tirkan holîka zarokan e.
Bi hêvîya rojek berî rojekê kurd xwe ji van bêesilan xelas bikin û ev bêesil tu carî ji bin vê desthilatîya qirêj dernekevin.