Got:
-Seyda, dibêjin Xwedê Teela dinya di şeş rojan de ava kiriye, lê hefteyek ji heft rojan pêk tê. Erê, şeş rojên xwe bi avakirina dinyayê derbas kir, bes roja heftan çi kir?
Seyda got:
-Roja heftan jî li seranserê dinyayê xwelî kom kir, ji bo li serê te bike!
Evdila û Xewn
Got,
Seyda, min xewnek dît, ya star!
Min got,
Xwedê bi xêrê bigerîne gidî! Te çi xewn dît?
Û dest bi xewnê kir:
Tu dihatî cem min, te ji min re digot yek bi demançeyê li pey min e.
Bi helkehelkekê, bi tirsekê te digot, meriv pê derdixist bê tu çi qasî tirsîyayî!
Te digot ez ji mirinê filitîm!
Ji bo jinekê bû; jineke bi mêr...
Nizanim, xewn di xewnê de bû mîna fîlmê "Inception" an dubare dibû, min fêhm nekir.
Vê carê jî tu şifêrê tirekê bûyî.
Tu û sê zilamên din li ber derîyê tirekê bûn. We li hundirê tirê dinerî.
Jineke eynê wek Monica Bellucci bedew ji paş ve dihat cem we û ji lêvên te heta binê nigên te, her dera te difirkand, dialast û pê re pê re bi te xweş dihat anku tu orgazm dibûyî.
Zilamên li kêleka we, bav û mêr û birayê wê bû.
Bavê wê demançe ji ber xwe dikişand û bera ser sînga te dida.
Lo lo! Lo lo!
Bi teqeteqa fîşekan tu di nav gola xwînê de dimayî.
Û bi ser halê xwe de te digot, Evdila bireve, ew ê te jî bikujin!
Li ser min jî girê didan, çend fîşek bera min jî didan, lê li min nediket.
Û bi wê tirs û xofê ez ji xewê çeng bûm.
Min got,
Evdila, ma me grûp seks dikir? Qey tu jî şirîkê gunehên min bûyî?
Kenîya...
Got,
Na yaw!
Axir, piştî Evdila xewna xwe ji min re got, xwe bi xwe min got, tobe, êdî doxîna min ê li heram venebe...
TOBE!
Îko û Leyletulqedir
Îko anku Îkram Baban!
Vî navî li ser hişê xwe pîne bikin; potansîyela vî xortî heye; kirasê kurdî xweş li ser bejna wî rûdinê.
Lê wek ku ez gazî wî dikim, gazî wî bikin:
Îko, tenê Îko.
Kêfa min ji navên dirêj re nayê, ji bilî Devliken Kelogirî!
Axir...
Got,
Devliken, leyletulqedira te pîroz be. Îşev, divê tu têr dua bikî. Û rast derew, xêr û guneh di stuyê wan de be, mele û şêx mêx (baş e ku min rêx jî pê ve nezeliqand gidî) dibêjin duayên îşev jî qebûl dibin. Yanî çi daxwazên te hene, ji bo werin cî dua bike.
Min got,
-Ji bo blogê mijareke xweş e. Meriv dikare serê xwe pê re biêşîne.
Got,
-Devliken, bi şeref doh min di xewna xwe de dît, di blogê de te qala min dikir.
Min got,
-Naxwe ez ji pêxemberan pêxembertir im!
Got,
-Bêguman, Hz Devliken!
De hey wa ye Îko leyletulqedir anî bîra min, ka ez jî duayekî bikim:
Ya rebî, tu kurdan ji kurdên bi kurdî egoya xwe tatmîn dikin û ew bi xwe jî tiştekî ji xwe fêhm nakin, bisitirînî û wan bêkesayet û megaloman û qeşmeran ji mêranî bixî!
AMEN!
Helbest û Helbestvan
Li ser twîterê ez pêrgî danasîna kitêbeke helbestan bûm.
Helbestvên digot:
"çawa be ezê bimrim
ewê neyê bîra min navê ti kesî"
û pê de diçû...
Hewce nake bi risteyên din ez we ber bi zaroktîya we ve bibim.
Lê xuya ye,
ne tirsa mirinê, tirsa jibîrkirinê ketîye dilê helbestvên û ji bo navê xwe li ser hişê bêhişan pîne bike, di nav hewldanekê de ye.
Min tu carî hez nekir ji kesên pirrû, ne durû...
Her hewl didin, da ku ne ji dêrê bimînin, ne ji mizgeftê
û mixabin, li ser serê vê civaka ketî ya bindest ew in ên serdest û xatir û qîmetê wan heye.
Û tew weşanxaneya Avestayê jî çap kiriye; ew Avestaya kurd bi kitêbên wê forsa entelektuelî diavêjin(!)
Bi rastî jî,
bi qasî kurd asta kurdî nizm dikin, tu kes nizm nake, mixabin.
Pirê kurdan, ne ji bo xatirê kurdîyê, ji bo ego, kompleks û pupulerîteya xwe têr bikin, dinivîsînin.
Çavnebarîyeke çikûs!
Megalomanîyeke teres!
Quretîyeke pûç û erzan!
Û edebîyateke masturbasyonîst!
Meraq nekin, hûn namirin û hûn ê nemirin, lê tirsa min ew e, heger nivîskar û helbestvan bi vê xezebê hespê xwe li beyarê edebîyata me bibezînin, ne ew, lê edebîyata me yê bimire.
Feminîst û Paşnavê Wan ê Mêrsîst
Hîn jî paşnavên hin feminîstan "filanoglu û bêvanoglu" ne.
Berê herin ji serdestîya paşnavê xwe yê mêrsîst xwe azad bikin, dû re kerem bikin werin em ê li fantezîyên we yên masturbasyonîst guhdarî bikin...