Her sê jî mêrdînî ne.
Li gumrikê wezîfedar wan disekinîne; di bar de problem derdikeve.
Tirên xwe diajon parkê û li wir park dikin.
Rojek, hefteyek, panzedeh roj...
Tam mehekê vedikevin.
Êvarekê bi hev re hazirîya şîvê dikin.
Yek dihere malzemeyan dikire, yek dest bi çêkirina şîvê dike
û jixwe şuştina firaxan jî para yê din...
Li ser sifreyê rûdinin û dest bi şîva xwe dikin;
Ji hêlekê ve dixwin, ji hêlekê ve jî dipeyivin, quretîyan dikin.
Ekrem dibêje, "Ha Riza!"
Riza dibêje, "Haa!"
Ekrem dibêje, "Te û jina xwe çawa hevdu nas kir?"
Riza dibêje, "Çi naskirin û çi hal! Ez êvarekê hatim malê, dêya min got, "Bavê te ji binxetê vegerîyaye, ji te re jî qîza metika te anîye."
Kenîyan...
Riza dibêje, "Te û jina xwe çawa hevdu nas kir, Eko?"
Ekrem dibêje, "Jina min berî min jina birayê min bû. Çû eskerîyê û venegerîya, bavê min jî got ji nuha şûn de Xedra jina te ye!"
Sêlim di bin simbêla de kenîya. Dîzanîbû dorê were ser wî.
Dibêje, "Hema berî hûn bipirsin, ez ji we re bibêjim. Rojekê berê min li Stenbolê ye, ketime kezeba rê.
Min gundê Dihêmê derbas kir nekir, min dît qîzek li qiraxa rê çêlekan diçêrîne. Xwe bi xwe min got, jina li çêlekan miqate be, ew ê wek çavê xwe li gayê xwe jî miqate be. Min tir li qiraxa rê sekinand û ez çûm nig wê. Min navê gundê wê û dê û bavê wê pirsî û ez li tira xwe siwar hatim, min berê xwe da Stenbolê. Li Stenbolê min barê xwe bar kir û vegerîyam. Berî ez derbasî Kurdistanê bibim, min dê û bavê xwe li kêleka xwe siwar kirin û min tira xwe ajot gundê wê, ber derîyê wê. Ew roj ev roj e, ez gayê wê me, ew jî çêleka min e..."