12 Mayıs 2021 Çarşamba

û qelem ket jîyana me

Berî Qelemê...
Sînorên bextewarîya me bi qasî sînorên zanîna me fireh bûn
û em nexwende bûn, mixabin! 
Lê di nava wan sînorên teng de, em têra xwe bextewar bûn.
Ji xêndî bajarê xwe, çavê me bi bajarekî din neketibû.
Haya me ji dinyayê jî tune bû; çi heye, çi tune ye, çi diqewime?
Hîç ne xema me bû.
Û dîn û îdeolojî jî hîn neketibûn jîyana me.
Me digot qey ji xêndî kurdî zimanekî din tune ye;
dê û bavê me bi kurdî dipeyivîn,
xwişk û birayên me bi kurdî dipeyivîn,
heval û cîranên me bi kurdî dipeyivîn,
çarçî û bazar bi kurdî dipeyivîn,
navê Xwedê jî bi kurdî bû û me digot qey Xwedê bi xwe jî kurd e.
Zaroktîya me bi zimanê me derbas bû; 
em bi zimanê xwe difikirîn,
em bi zimanê xwe dipeyivîn,
lîstikên me, xewnên me bi zimanê me bûn.
Û rojekê,
ji nişka ve em li qelemê hilkumîn...
Û qelem di ser dilê me de cit bû!

Piştî Qelemê...
Bi qelemê re zimanekî din jî bû şirîkê zimanê me.
Çendî di destpêkê de bi me zor hat jî, hêdî hêdî em hînî wî zimanê xerîb bûn û bi zemên re me ji zimanê xwe bêtir qedrê wî girt.
Me xwe pê qure kir.
Roj bi roj vî zimanî hişt em xwe medenî û modern hîs bikin û zimanê xwe jî wek zimanekî gundî û nezan bibînin û lê binerin.
Piştî demekê,
êdî wek berê em hew bi zimanê xwe peyivîn;
di nava rojê de ji xêndî lêpirsîna hal û ehwêl, me hew zimanê xwe bi kar anî.
Çilapekên şoreşê...
Bi saya qelemê xwende û zana pir bûn; 
şerê têgehan dest pê kir. 
Tevlihevî û kaos pêl bi pêl bilind bû.
Îdeolojî afirîn!
Partî û rêxistin ava bûn!
Û di manîfestoya hin partî û rêxistinan de, zimanê malê bû xaleke bingehîn û li ser girîngîya zimanê malê li hotel û motel û bar û maran zanayên bi zimanê xwe nizanîbûn, bi zimanê xwe yê dinê pesnê zimanê malê dan û bi wê feraseta xwe ya entelektuelî qayîş bi pêxemberan re kişandin.
Ew zimanê ku me bi çavê gundîtî lê dinerî, bû mode û kesên xwende di civatan de xwe pê qure kir.
Nivîsandina bi zimanê malê roj bi roj belav bû; kitêbên bi vî zimanî çap bûn.
Û nivîsandin û xwendin rabûn govendê; ciwanên ku terka axaftina zimanê malê kiribûn, bi cizbê ketin!
Nivîsandin, xwendin!
Nivîsandin, xwendin!
Dû re...
Şerê zimanê resen û zimanê akademîk dest pê kir.
Nivîsandin û xwendinê, zora axaftinê bir.
Û îro ro...
Kurd bi zimanê xwe dixwînin, dinivîsînin, lê kêm dipeyivin, mixabin!