Ji xweşbûna ne xweş bûbû.
Sos jî sos bû ha;
ji Îtalîyayê heft xwarinpêj bihatana, ez bawer nakim bikarîbûna soseke weha xweş çêkin...
Û berî Mele azan bide bi deh deqeyan, ez filitîm ser, min zik li xwe kir kelek.
Piştî min têr xwar, ji bo şuştina dest û dev hîn derbasî destşoyê nebûbûm, Mele got, "Alahûekber!"
Her êvar berî Mele azan bide, carinan bi deh deqeyan, carinan jî bi pênc deqeyan ez li ser sifreyê rûdinim û şîva xwe dixwim.
Divê ez ji Mele Evdî bipirsim bê Xwedê yê çavên xwe ji neh deh deqeyên min re bigire yan negire?
Axir...
Rojekê ciwamêrek dihere nig Mele Evdî.
Roja din jî rojî dest pê dike.
Dibêje, "Selamûmuneleykum" û gava xwe diavêje hundir.
Mele Evdî jî dibêje, "Eleykumeselamwererehmetulahulberekatu" û wî keremî hundir dike.
Fîstanekî spî li Mele Evdî ye û rîha wî jî ji rîha nêrîyekî dirêjtir e.
Piştî li hal û ehwalê hev dipirsin, ciwamêrê me dibêje, "Seyda, nerehetîyeke min heye!"
Mele Evdî dibêje, "Kerem bike, guhê min li te ye..."
Ciwamêrê me dibêje, "Seyda, wek cenabê te jî dizane, sibê rojî dest pê dike..."
Mele serê xwe kil dike.
Ciwamêrê me berdewam dike, dibêje, "Sibê rojî dest pê dike û ez jî dixwazim rojîya xwe bigirim, bibim şirîkê xêra vê meha pîroz, lê ez bi nefsa xwe nikarim, Seyda."
Mele Evdî dibêje, "Jixwe xêra vê meha pîroz bi kedîkirina nefsê ye; divê tu bi nefsa xwe bikaribî; di nava rojê de nan û avê neyne bîra xwe, mesele safî dibe. Û malnexerab, jixwe em di zivistanê de ne, ha ku meriv dibîne tew bûye êvar jî. Nahletekê li çavê Şeytên bîne û tu sax!"
Ciwamêrê me dibêje, "Seyda, mesele ne nan û av e!"
Mele Evdî şaş û metel dimîne, dibêje, "Madem ne nan û av e, wê çaxê mesele çi ye?"
Ciwamêrê me dibêje, "Quz!"
Çav di serê Mele de fireh dibin mîna tu tasan, dibêje, "Quzz!"
Ciwamêrê me dibêje, "Erê weleh Seyda, quz e. Jina min yek ji horîyên bihuştê ye. Wek ferzên nimêjê rojê heta pênc caran ez nenim jina xwe, ne çavên min têr dibin, ne jî bedena min. Hema qey bi ser wext dikeve, wê kêlîyê kurm dikeve canê min û heta ez nerim wî kurmî neşikînim, ez xwe rehet hîs nakim."
Mele Evdî dibêje, "Tobe estexfurelah, tobe!"
Ciwamêrê me dibêje, "Erê, tobe estexfurulah, tobe, lê ez nikarim bi xwe wey! Hela hela!"
Mele Evdî dibêje, "Heyran, mehekê bi kîrê xwe re bixeyide û rehet bisekine. Weha nabe!"
Ciwamêrê me dibêje, "Ma çi eleqa rojîyê û nîyhandinê bi hev heye, heyran? Ne nan e, ne av e. Îşê Xwedê jî nabe!"
Mele Evdî hêrs dibe, dibêje, "Kuro, nefs nefs e, çi jor, çi jêr. Jina her kesî heye, piçekî bi nefsa xwe re bixeyide wey!"
Ciwamêrê me dibêje, "De ka were tu jina xwe bidî min, ez ê jî jina xwe bidim te, bê nefs çi ye! Heger mehekê te xwe ragirt û nenîyha jina min, ez ê kîrê te maçî bikim!"
Mele Evdî dixeyide, xwe aciz dike û wî ji hizûra xwe diqewirîne.
Ciwamêrê me jî difiskirîne, bêyî dilê xwe radibe, xwe li derve diqewimîne.
Tam ji ber çavên Mele Evdî wenda dibe, dîsa vedigere, stuyê xwe di ber derî re dirêj dike, dibêje, "Madem wek nan e, wek avê ye, wê çaxê ez ê jî her roj piştî xwarina sihorê carekê du caran di jina xwe nim!"
Mele Evdî tizbîya destê xwe diavêjê, lê tizbî lê nakeve; morîkên tizbîyê li erdê belav dibin, mîna nodûneh morîkên belavbûyî yên Helîm Yûsiv...
Gotina Dawî
Birçîbûna nîyhandinê ji birçîbûna nan û avê dijwartir e...