13 Mayıs 2021 Perşembe

zemanê berê

Cejn û zaroktî!
Dema cejn nêzîk dibû, kelecana wê ji wê xweştir bû.
Deh roj ji cejnê re dima, me xwe bi erdê dida heta me bi dê û bavê xwe pantor û fanêreyek dida kirîn.
Jixwe ji cejnê heta cejnê me kincên nuh didîtin.
Mîratê, xizanî jî hebû...
Şeva berî cejnê me kincên xwe li ber serê xwe datanîn; pirê caran ji kelecanê xew nediket çavên me.
Û hevalê ku em ê bi hev re bigerîyana jî dihat hilbijartin; her kes bi her kesî re nedigerîya; her kesî li gorî kalîteya xwe hevalek hildibijart.
Ji zaroktîyê ve ez bi tiştên zarokane nehatim ser û tu carî daxwaz û hewesên min ên zarokane çênebûn; her mezin difikirîm, mezin tev digerîyam; min qayîş bi mezinan re dikişand,
loma jî,
pirê caran me şekirên nav naylonan ku me jê re digot şekirê zarokan, bi ser xwedîyê malê ve firfirandîne û ew mal şermezar û protesto kiriye.
Piştî demekê ez ji gera bi zarokan re aciz bûm; du sê salan jî ez bi bavê xwe re gerîyam.
Lawê ewil bûm, him ez delalî bûm, him jî bavê min xwedan qedir û qîmetekî xweşik bû.
Heta ez vedigerîyam malê, min bêrîk li xwe dinepixandin, bi şekirên zilaman.
Rojên berê xweş bûn; 
sal bi sal em mezin bûn, lê berevacî vê, dinya jî pûç bû...
Bi terikandina zaroktîyê re, gelek nirxên me yên baş jî em terikandin.
Ne henûnî ma,
ne kêf û coş ma,
ne mêvantî û mazûvantî ma,
ne jî ciwamêrî û maqûlî
û tew vê mîrata koronayê koka her tiştî anî; her tişt li tûşê çû.

Korona!
Vê sibêhê min telefonî Seadetê kir. Ceyran çûbû, Seadetê li xwe heyirî bû; tirşika wê ya fasûlîya nîvkelî mabû.
Min got:
"Seadetê, sibeha te bi xêr, îdîya te pîroz be!”
Got:
"Lo lawo, çi îdî û çi hal! Kûçikbavan dîsa ceryan qut kiriye, tirşika min li ser ocaxê nîvkelî ma."
Min got:
"Seadetê, hewşa meriv wek bexçeyên Babîlê be û meriv li ser ceryanê xwarinê çêke. Weleh ne tu hawe ye."
Got:
"De dev ji me û quretîyan berde lo! Ji qewla yên berê digotin 'rez ne tu rez bû, terezê jî lê xist' jixwe însanetîyê ji însên bar kiribû, korona jî bi ser de hat. Ne rojî rojîyên berê ne, ne jî cejn cejnên berê ne. Kes nema bi ser kesî de dihere û tê, law! Berê her kesî rojî digirt, xweş bû, sebra meriv bi hev dihat; nuha kes nema rojîyê jî digire."
Min got:
"Wa ye te jî nêt xera kiriye; xuya ye sala bê tu yê jî hew bigirî, Seadet xanim! Anarşîsta derengmayî!"
Got:
"De nizanim lo!"
Min got:
"Seadetê, bi serê te, Xwedê jî top avêt!
Û em kenîyan. 

Ken!
Her bikenin û bikenînin. 
Ken dijminê her derdî ye.
Ji kesên dikenînin hez bikin û li wan xwedî derkevin; zû bi zû terka devliken û devdikenînan nekin...

Gotina Dawî
Çedî ez ji rojên sembolîk hez nekim jî, cejn, pira henûnîyê bûn...
Bi hêvîya henûnîya berê vegere, cejna we pîroz be!