Ma nizanim min ji we re gotibû di xortanîya xwe de, tam yazdeh salan, li Mêrdîn û Stenbolê di çend tîman de min bi futbolê lîst.
Erê bi serê Mele Quto, tam yazdeh salan...
Û heger bi zaroktî bavê min bi min re nexeyidîbûya û negotibûya, "Gawiran serê Hesen û Hisên jê kir, kirin gog û pê lîstin; guneh e..." û wek bavekî alman, îngiliz, îtalî, holandî piştgirîya min kiribûya, îro ne bi qelema xwe, bi nigên xwe ez ê bibûma belaya serê we.
Lê bi qasî ez dizanim û min xwendîye, serê Hisên tenê kirine gog û pê bi gogê lîstine; Hesen bi jahrê kuştine!
Çima min qala vê serpêhatîyê kir?
Piştî bi salan wek berê dîsa min xwest bi zarokan re çend hereketên messîkî bikim, lê bi ser neketim; min nigê xwe êşand û nuha li ser nigekî, biborin, li ser piştê veketime.
"Gur pîr dibe, dibe qeşmerê kûçikan!"
Û
"Heyfa xortanîyê ku yextîyarî li pêşîyê ye!"
Heger min ev her du gotinên pêşîyan ji bîr nekiribana, îroj min xwe nedixist vî halî.
Lê ya ewil gotina pêşîyan bû yan biwêj, nizanim.
Jixwe her tiştê me li bin guhê hev ketîye...
Beşa şeşa ya "The Sedat Peker" jî neket vîzyonê ku ez di vê rewşa xwe ya ne baş de lê temaşe bikim.
Piştî van têkilîyan meseleya mirîşk û hêkê hat bîra min;
mirîşk ji hêkê derketîye yan hêk ji mirîşkê derketîye?
Mafya bûye dewlet an dewlet bi xwe mafya bû jixwe!
Nizanim.
Divê sosyolog li ser vê mijarê lêkolîn û lêpirsînan bikin.
Bi min,
nuha em li lîstikeke sîrkê temaşe dikin.
Sedat Peker, Suleyman Soylû, Mehmet Agar, tenê li pêş çavan in,
lê yên wan dilîskînin hîn ne xuya ne.
Hewceyî teorîyên komployî nake;
parîyê nên mezin e û ew parî yê di ber gelek kesan de bimîne.
Bi hêvîya kevir li ser kevir nebîne!..
Nîşe-Têbinî-Jêrenot:
Bê henek, heger min dev ji futbolê bernedabûya, belkî jî îro min di bin navê tîmeke ewrûpî de jûbîleya xwe kiribû û li Kurdistanê ji bo pêşketina futbolê dixebitîm.
Min got,
nizanim lo!