Ka kî ne, em nizanin,
lê tê gotin hin kes bi navê Remus, Romulus du xwişkên hevalcêwî dibin ber bi çemekî ve berdidin û dêlegurek tê van hevalcêwîyan ji wî çemî xelas dike û wan şîr dide.
Piştî ev cêwî mezin dibin, Romayê ava dikin.
Ev çîrok, bi min xerîb nehat; dişibe çîroka Asenaya dêlegur û tirkan.
Bextê romê tune ye!
Kî dizane!
Belkî romîyan ev çîrok jî ji romayîyan dizîbe.
Jixwe karê wan dizî û talan e.
Berê, tenê kurd û ermen û rûman bi vê talanê dizanîbû;
îro, ew bi xwe jî bi vê talanê hisîyan,
bi saya serê fîlmê "The Sedat Peker"
Û di her vîdeoyeke xwe de tavê dide qûna hinekan.
Ez bi xwe jî ketim nav tasewasekê!
Xwe bi xwe dibêjim, gelo hin neyar wêne mêneyên min jî yên bi Sedat re serwîsî derinan nekin!
Xwedê meriv bistirîne, dek û dolabên Romê pir in û jixwe di serî de min slogana meşhûr jî gotîye:
Bextê Romê tune ye!
Vê sibehê ez ji xew şîyar bûm, çûm mitbexê, min ji xwe re tasek şorbe û felqeyek pîvaz danî ser sinîyê û ez hatim li ber televîzyonê rûniştim û min televîzyon vêxist.
Ji doh de wek her kesî haya min jî ji vîdeoya şeşan çêbûbû.
Şeytan ji teknolojîyê razî be!
Lewra Xweda li dijî tiştên şeytanî ye...
Min pê li bişkoka youtubeyê kir û "The Sedat Peker" bi Vîdeoya şeşan dest pê kir.
Şorbe!
Pîvaz!
Û Sedat Peker!..
Weleh pê li terîya Sedat abê kirine!
Lê Sedat jî Sedat e haa! Ew jî têra xwe heye. Di her vîdeoyê de ziravê hinekan diqetîne û di devê wan re derdixe.
Di vê vîdeoya dawî de navê serokê sererd û binerd jî derbas bû; ka bê li ser wî çi dibêje!
Lê bi şeref îja hîn nuh dawet xweş bû!
ha wa hat û ha wa çû
siwar hat û peya çû
ha wa hat û ha wa çû
siwar hat û peya çû
Pirs:
Bi we serokê sererd û binerd ê kar û marên qirêj û tevlihev Sedat Peker ê li ser serokê sererd û binerd çi bibêje?
x-Erê, ji Urfayê ye, lê pîrka wî ji me ye, loma jî em xal û xwarzîyê hev in.
ê-Ne ji min û serokê sererd û binerd bûya, nuha ji zû de mîsak-i millî bûbû mîsak-i mirî.
î-Hefteyê rojekê, li Îmralîyê li qiraxa behrê em li ser stratejîyên nuh bi şahmatê dilîzin.
û-Her kî bibêje serokê sererd û binerd bi kurdî nizane, ew ne kurd e, nezan e.
w-Serokê sererd, ne li Îmralîyê ye; him li ser erdê ye, him li bin erdê ye, dilê wî ku derê bixwaze li wê derê ye.
q-Bi qasî ez û serokê sererd û binerd ji dewleta xwe hez dikin, ne Teyo, ne Kemo, ne Meral, ne Soylu, ne jî Bahçelî jê hez dike.
Her kî pê derxe, em ê têra salekê tûtina Xursê bidinê.
Têbinî anku Jêrenot:
Ji tûtina mişarên Mehemed Elîyê Xursî.