Çi însanên serxweş!
Hûn Koksal Baba nas dikin; ew ê kin ê cûce yê trabzonî...
Qama wî metreyek heye tune ye, nizanim, lê ciwamêr 41 salî ye.
Kîrê li ser wî belkî li ser pirê kesên qama wan di ser du metreyan re tune ye, Reîzîcumhûrê dewleta mûhteşem Teyo rabûye çûye wek dîyarî jê re pêlîstokek kiriye.
Ji Koksal Baba re ne pêlîstok, ji Koksal Baba re jineke bi sê pêsîran lazim e.
Em kurd jî ne kêmî tirkan in; heta ez dikarim bibêjim, bi saya biratîya tirkan em jî bûne tirek!
Yanî em jî têra xwe ecêb in!
Rojeke ji rojan bîrov di serê Evdila de derdikeve; ew bîrov tije lêm û elem dibin.
Ji dêvla Evdila bibin nexweşxaneyekê rê doktorekî bidin, rehmetîya pîrika wî bi destê wî digire û wî berê xwe didin mala Şêx Fehîmayê.
De îja Şêx Fehîma jî Şêx Fehîma ye!
Ji sed metreyî bêhna hilorîya nêrîyan jê difûre.
Xêr û guneh di stuyê gundîyan de be, digotin salê carekê serê xwe dişo; berzika wê mîna incika dînan li hev digere.
Bi qalibek sabûn kef dike heta berzika xwe kur dike.
Axir, pîrê û Evdila bi peyakî û di kelekela germa wê havînê de dikevin kezeba rê.
Navbera her du gundan jî bi kêmanî heft kîlometre ye...
Şêxa ûcaxzede tam çel carî tûyî bîrovên serê Evdila dike;
tûkeke bi belxem...
Û Şêxa ûcaxzede pîrê temî dike, jê re dibêje bila lawik hefteyekê serê xwe neşo, yan na rehet nabe.
Xatir ji Şêxa ûcaxzede dixwazin û berê xwe didin malê.
Di rê de li dora serê Evdila dibe govenda mêş û mozan; serî li Evdila dikin kewar.
Hefteyekê kes xwe naspêre Evdila ji bêhna genî,
mîna Evdila bi xwe de rîtibe zarok xwe jê vedigirin.
Heger Evdilayê me neçûya di fakulteya Dîyarbekirê re derneketibûya, bîrovên serê wî yê lê bibûna kartol.
Gotina Dawî
Ne bi tirkan re bibin tirek, ne jî bi dîndaran re bibin ehmeq...