2 Mayıs 2021 Pazar

mêr û mêrdîn

Mêrdîn Mêrdîn e, Midyad Midyad e; wan tevlihev nekin, ji kerema xwe re.
Meriv dikare bi salan li Mêrdînê bijî, lewra hewadar e, bilind e, ji jor de mîna bazekê li berîyê dinere 
û bi kultura xwe ya bajarî jîyînê bi meriv şêrîn dike; 
pişta meriv li dîrokê ye, berê meriv li şaristanîyê, meriv qayîşê bi Xwedê re dikişîne.
Li sûka wê mastê mîhan jî heye ku serê sibehê di taştê de meriv bi nanê germ qeymaxê wî bixwe û di hênkayîya êvarî de jî dewê wî vexwe;
herweha li derdora wê rez jî hene ku meriv serê sibehê dimsa wî li mêst bike, bixwe û êvarên havînan jî li şaneşînê rûne, pişta xwe bide bedewîya bajêr a dîrokî, berê xwe bide berîyê û şeraba wî vexwe bi yar û hevalan re...
Lê Midyad!
Ji bo binê tûrikê meriv ê geşt û gerê, tenê kulmek bîranîn e, Midyad.
Erdeke rîpîrast 
û çend kuçeyên kevirîn...
Lê...
Ez ê dîsa nizanim çendbare bikim, 
heger rojekê Mêrdîna min serbixwe û azad bibe, ez ê Mêrdîna kevn û Mêrdîna nuh ji hevdu veqetînim; 
hemû bazirgan û gundîyan li Mêrdîna nuh bi cî bikim, 
ez ê Mêrdîna kevn jî ji hunermend, nivîskaran re bihêlim;
ma hewce dike ez têgeha "hunermend"ê veçîrikînim an jî zikê wê biqelêşim bê kê di xwe de dihewîne kê venahewîne?
Ew roj were, qey karsazên kurd ê jî ji bo estetîzma bajêr butçeyekê veqetînin;
heger xîret di bin bot û potînên dagirkeran de nebûbe kulmek toz û rimilk...
Holîk molîk li bajêr zêde bûne, divê werin xerakirin û bi kod û motîfên bajêr ji nû ve werin estetîzekirin û dîzaynkirin.
Ne nijadperest im, lê divê Mêrdîna kevn ji destê  ereban derkeve.
Ji bo Mêrdîna min a kevn a ku Xwedê bi xwe jî li şaneşîna xanîyekî wê ji dawa xwe ketîye û xwe bi xwe, xwe şîr daye, mezin bûye û bi firê ketîye, li ser serê gerdûnê bûye Xweda, divê çend milyon dolarek ji bo wê ne mesele be!
"pişta min li dîrokê,
berê min li berîyê,
ez ê şeraba midyadê vexwim
li min kela mêrdînê"
Helbestvanekî xêr ji emrê xwe nedîtî ev çend rêzik rêz kiribûn li pey hev.

Berê mêr hebûn...
Got,
-Xalê Cemîl, ma te bihîst, dibêjin Heseno gotîye ez ê qîza Cemîl birevînim.
Xalê Cemîl hîç xwe aciz nekir. Hilmek ji cixareya xwe kişand, dixana cixarê li dora serê wî mijek çêkir.
Got,
-Herin ji Heseno re bibêjin, hewce nake bitehebe; bi şev, bi roj hîç ferq nake, bila were destê xwe bi dîwarê hewşa min bike, bi soz ez ê bi xwe bi destê qîza xwe bigirim û jê re bibim.

Û nuha jî mêrkok hene...
Bi qastî xwazgînîyan destvala vedigerînin û qîzên xwe bi xweşî nadin qismetê wan; ji bo qîz bera pey yekî bide an jî yek were wê birevîne, da ku dû re bi çend hezaran dahwa wê çê bike û mîna qîza xwe bifiroşe kerxaneyekê li ser pişta wê biçêre...

Gotina Dawî
Berê,
kurdan ji ber xwe fedî dikir; 
erê, namûs li ser pişta keç û jinan zir barek bû,
lê qedrê keç û jinên xwe jî digirtin!