18 Mayıs 2021 Salı

îlham derketîye betlanê

Ez nuha konsantre anku lê germ dibim ji bo nivîsa îşev, lê dikim nakim îlham nayê, mixabin.
Doh min li ser bîrova Evdila û bêhiştîya ji biratîya tirk û kurdan dizê nivîsand.
Pêr min li ser fîlmê  "The Sedat Peker" nivîsand.
Lê nuha mame li xwe heyirî...
Îşev dixwazim ji sîyaset û tiştên kaosî dûr bikevim.
Pêkenok?
Na!
Weleh îşev, xwe ji Devliken bêtir Kelogirî hîs dikim û ji bo meriv wî ewrê kelogirî belav bike, pêleke erotîk divê.
Wek hûn jî dizanin, jîyaneke bê erotîzm tije acizî ye û kesên aciz jî agresîf in.
Lê weleh ez bi xwe re nabînim îşev çîrokeke erotîk jî binivîsînim.
Ma îşev ez tiştekî nenivîsînim, hûn ê dilê xwe bigirin?
Ka îşev jî bila betlana min be.
Her şev, her şev...
Li jor Xwedê bi xwe carinan derdikeve betlanê; bi rojan kaos û tevlihevî diqewime.
Zivistanî baran nabare, havînî zîpik dibare, biharî ji ber germê meriv nikare serê xwe ji qula xênî derxe.
Û jixwe di wan çend rojên betlanê de însan ji dilqê xwe derdikevin; her kes li ser serê her kesî xwe dike Xweda!
Xwedayê reben ji betlanê vedigere ku şev û roj, zivistan û havîn, dîn û biaqil li bin guhê hev ketine. Heta denge û mêzîna dinyayê serast dike pirça qûna wî xwê dide.
Ka îşev bêhna xwe ji min re fireh bikin, sibê ez ê heyfa îşev jî hilînim.

Gotina Dawî
Ne guh bidin misilmantîya filistînîyan, ne jî guh bidin tenêtîya cihûyan; 
ji we misilmantir jî, ji we tenêtir jî netewek tune ye li ser rûyê erdê.
Ne li ser filistînîyan bigirîn, ne jî li pişta cihûyan derkevin; 
girîyê we têra we nake û pişta we jî di bin barê we de şikestîye.
Û ez ê gotineke din li gotina dawî zêde bikim:
Xelk nîyhandinê dike, hûn pişta xwe dixin ber xwe!
Ev ne gotina pêşîyan e, lê piştî sed salên din (îhtîmaleke mezên wê çaxê ez ê li hêla din bi horîyan re grûp seksê bikim) ew ê bibe gotina pêşîyan;
yan jî ew ê bibe gotina pêşîyên doxînsist...