4 Mayıs 2021 Salı

evîndarîya dijminê xwe

Xwîn ji şerabê bêtir serxweşîyê çêdike; ew serxweşî, li ber dilê meriv qesasê bavê meriv ji dê û bavê meriv jî, ji xwişk û birayên meriv jî şêrîntir dike.
Vexwarina şerabê meriv dike romantîk, 
lê vexwarina xwînê meriv dike mirîdekî gêj ê fanatîk!
Doh,
li Dêrsimê dijminên bav û kalên dêrsimîyan xwîna dêrsimîyan vexwar, 
îroj,
pirê nevîyên wan dêrsimîyan mirîdên dijminên xwe ne.
Hema hema li her maleke dêrsimîyan, li dîwêr teqez wêneyekî Ataturk û wêneyekî Elî li kêleka hev in.
Ataturk û Elî...
Elewîyên ji ber zilma misilmanan, ji tirsa ketin bin sîwana laîkîzma Ataturk, herweha bi fermana Ataturk jî hatin qirkirin.
Û bi saya serê Elîyê ku him pismamê Mihemed, him jî zavayê Mihemed, dîwarek lêkirin di navbera xwe û misilmanan de.
Lê...
Kes jî bîr nabe, ji xwe napirse û nabêje, "Muhamed kî ye, Elî kî ye; heger dijminên me misilman in, naxwe Elî ji kê ye?" 
Xwedê Teela kesî fahş neke, ku fahş kir, şaş neke, ku şaş kir jî, berê wî bi kaş ve neke!

Xwîn biratîyê jî xurt dike!
Tirk çi qasî êrişî kurdan bikin jî, xwîna wan vexwin jî, kurd ê tu carî terka "bira"tîyê nekin û ew ê her bibêjin, "Em bira ne!"
lewra min gotibû,
"Xwîn ji şerabê bêtir serxweşîyê çêdike."
Çendî pirê kurdan li xwe mikur hatibin jî
û kurd acizîyan ji zîhnîyeta PKKHDPê bikin jî, 
îro ro di her malê de qurbanîyek heye; 
çi kuştî, 
çi girtî, 
çi mehkûm, 
çi penaber...
ew malbat bi xwînê bi wan ve hatine girêdan û ji ber serxweşîya wê xwînê jî, bixwazin-nexwazin li pey wê zîhnîyetê diherin, mixabin!
Divê ji serxweşîya xwînê ya ku bi xwe re gêjbûn û bêhişîyê jî tîne, çareyek bê dîtin, an na xwîn ê nehêle vampîr kêm bibin.
Û vampîr bi xwînê dijîn!
Lê partîyên din ên dijberîya PKKHDPê dikin, di nav çi hewldanê de ne?
Av xistine binê hawanê û dikutin!
Bikutinnnn!
Bi xêr piştî ew av di binê hawanê de bû şima, ew ê çare jî bê dîtîn, çareserî jî; 
heger çare ji serî bê pirsîn û ew serî serê wan be!
Nahlet li zilma dijmin jî û li bêhişîya me jî bê!

Gotina Dawî
Heger meriv ket nav dozekê, bi kêmanî divê meriv jî bi qasî dijberên xwe anku dijminên xwe wêrek be!